spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ne bawer bikin ne jî emel

Li bakurê Kurdistanê weke ku alên tirk û wêneyên Erdogan ên kolanan ne bes bin logoya AKP’ê jî li wan hat zêdekirin. Di vê rewşê de li her kurdî ferz e ku li dijî van al û wêneyan derkeve

Di sala 2016’an de ji aliyê hevkar û dostên wê yên bi salan ve li dijî AKP’ê hewldana darbeyeke leşkerî ya 15’ê tîrmehê hat pêşxistin. AKP’ê vê hewldanê ji xwe re kir hinceta xurtkirina polîtîkayên dagirkiriyê yên li Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de destpêkê vîna gelê kurd a li şaredariyên bakurê Kurdistanê desteser kir. Di navbera salên 2016 û 2017’an de ji bilî çend şaredariyan qeyûm tayînî şûna hemû hevşaredarên kurd kirin.

Piştî dagirkirina şaredariyan li hemû navçe û bajarên bakurê Kurdistanê alên tirk li kolanên sereke hatin daleqandin. Piştî alên tirk bi hinceta referandûma 16’ê nîsana 2017’an wêneyên Erdogan jî li kêleka van alan hatin daleqandin. Herî dawî li Amedê bi hinceta serdana Erdogan a di 23’ê cotmehê de amblem ango logoya AKP’ê jî li kelêka ala tirk û wêneyên Erdogan hate daleqandin. Tevî ku di ser vê serdanê re mehek derbas bûye jî amblemên AKP’ê nayên rakirin.

Ne bawer ne jî emel bikin!

Her kesê ku dema bê Amedê ji neçarî bi van al, wêneyên Erdogan û logoya AKP’ê re rû bi rû dimîne. Tevî ku beriya niha ji bo rakirina wêneyên Erdogan biryarên hiqûqî hatibûn  dayîn jî qeyûm û waliyên Amedê di vê zihniyeta dagirker de israr dikin. Ne alên tirk dadixînin ne jî wêneyên Erdogan. Berovajiyê rakirinê herî dawî logoya AKP’ê jî li wan zêde kirin. Di serî de rêxistinên AKP’ê yên Amedê; walî û qeyûmên di xizmeta Erdogan de jî baş dizanin ku her kes ji vê rewşê aciz e.

Baş e, wê demê çima tevî vê rewşê jî di vê kiryarê de israr dikin? Tevî nerazîbûnê jî dixwazin Erdogan û partiya wî AKP bi darê zorê bi gelê kurd bidin qebûlkirin û pergala yekkesî li her derê serwer bikin. Li gorî walî û qeyûmên li Kurdistanê Erdogan Xweda ye û AKP jî Quran e! Heke Xweda û pirtûka zilmê hebe, rast e Erdogan Xweda ye û partiya wî AKP jî Quran e. Di vê rewşê de li her kurdî ferz e ku ne ji Xwedê bawer bike û ne jî bi quranê emel bike!

 Berteka kal û pîr û ciwanan

Heçî kurdê ku piçekî xwedî wijdan be ne bawer im ku ji vê rewşê ne aciz be. Gelek caran bûme şahidê vê aciziyê. Bawer im gelek kes bûne şahidên vê aciziyê. Di wesayîtan de dema ku mirov di ber van al, wêne û logoyan re derbas dibe gelek kes bi vê gotinê berteka xwe tînin ziman: “Ca tu li wan û zilma wan binêre.” Bêguman berteka ciwan û kal û pîran jî hev cuda ye. Ev bertek a kal û pîran e. Ji ber ku gelek kes dizanin hewce nake berteka ciwanan bi çi rengî ye. Tenê vê bibêjim; tonek çêr!

Hin kes hene bi kiryarên xwe diayan li xwe didine kirin kesên mîna Erdogan jî nifir û çêran bi xwe didine kirin. Alên tirk, wêneyên Erdogan û herî dawî logoyên AKP’ê yên ku li Kurdistanê li wan hatine zêdekirin jî tenê bi kêrî zêdebûna nifir û çêrên li Erdogan tên. Yanî alên tirk ên li kurdistanê qîmeta wê bilind nakin; wêneyên Erdogan û logoya AKP’ê jî dengê AKP’ê yên li Kurdistanê zêde nakin.

Pêwistiya kurdan

Heke AKP’î naxwazin “enflasyona” nifir û çêrên li wan û serokê wan bilind bibe divê rojek zûtir van alên tirk ên li kolanên bajarên Kurdistanê ku qîmeta wê kêm dikin û wêneyên Erdogan û logoya AKP’ê ya ku kîna di dilê gel de zêdetir dikin rakin. Her kurd ne mecbûr e her kêliya ku derkeve derve çav bi ala tirk û wêneyên Erdogan û logoya AKP’ê bikeve. Heke ku ne derew be û hûn dixwazin bi vê dengê xwe zêde bikin biçin li bajarên Tirkiyeyê vê bikin.

Niyeta vê ya li Kurdistanê aşkera li holê ye. Dagirkerî û zordarî dibe ku heta demekê bajo lê wê heta hetayê neajo. Heke hezkirin û qebûlkirina dagirkeriyê bi al û wêneyan pêk bihatina wê li Kurdistanê her kes kemalîst bûna. Bi dehan sal in wêne û peykerên Mistefa Kemal bi darê zorê li her dera Kurdistanê hene. Lê bi qasî serê derziyê jî bi kêrî tiştekî nayê. Ne kes ji Mistefa Kemal ne jî ji partiya wî CHP’ê bawer dike. Bi kurtasî pêwistiya kurdan ne bi kemalîzma bi rengên cuda, bi azadî û wekheviyê heye.