9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xiyaneta xeter û serkeftina wê

Dîrok ji me re dibêje ku doza kurd tim bi xiyanetê re rû bi rû bûye û ji ber wê jî gelek astengî jê re derketine. Bi tu awayî hêzek azadîxwaz a kurd nemaye ku li dijî xiyanetê şer nekiribe û tu dijminek kurd jî nemaye ku li gel xiyanetê hevpeyman nekiribe. Ev yek di xelekên qetilkirina şoreşgerên kurd û dijberiya şoreş û hevsengiya ligel dijmin tê dîtin.

Dema ku rûpelên dîrokê tên vekirin, ji duh heta îro, li ser xaka Kurdistanê du xet an jî ferasetên cuda tên dîtin. Xetek xeta neteweyî û welatparêziyê ye ku ji bo azadî û doza rewa ya gelê kurd di nava têkoşînê de ye û berdêlên giran daye. Li beramberê wê jî xeta xiyanetê û destên dijmin û dagirkeran ên ku timî li kêleka dijmin cih digire heye. Pişta xwe daye gelê xwe û li dijî xeta neteweyî di çeperan de ye.

Xiyanet yek ji serpêhatiyên herî bi êş e ku em dikarin nebin xwedî. Ferqa xiyaneta li gelê xwe, li hevalekî yan jî li malbatekê nîne. Bi xiyaneta her kesê ku li baweriya me dike birînên ku dermankirina wan demeke dirêj digire li me peyda dibin. Carinan ew birîn qet baş nabin. Em hemû jî dizanin ku em çiqas ji kesê ku xiyanet li me kirine bawer bikin wê birînên me ewqas mezintir bibin.

Lê mirov nikare her xemgîniyê bike kategoriya îxanetê. Francois de La Rochefoucauld waha tîne ziman: “Rastî ev e, wekî mirov, em her gav nikarin hêviyên derdorên xwe pêk bînin. Dem hene ku em ne li gorî peywirê ne û mirovên ku em jê hez dikin bêhêvî dikin.”

Lê îxaneta ku me diêşîne û tesîrê li me dike îxaneta bi qestî ye. Ev kes dizanin ku ew tiştek xelet dikin, ji ber sedemên bi tevahî xweperest, lê her wiha dikin. Mînak, gava yek ji me re piştrast dike ku ew ê tu carî naxwaze me biêşîne, lê hingê bi qestî wê yekê dike.

Cureyên xiyanetê

Ji cureyek zêdetir xiyanet heye. Ji aliyekê ve em dikarin xiyanetê li xwe bikin, li aliyê din jî carinan ji aliyê kesên din ve xiyanet li me tê kirin. Pir kes difikirin ku xiyanet tenê di têkiliyên navkesî de dibe, lê di rastiyê de rewşên din jî hene.

Du tiştên hevpar ên hemû cureyên cuda yên sextekariyê hene. Yekemîn: Dûrketina ji tiştekî ku berê bi aşkera yan jî nepenî ji aliyê kesekî ve hatiye diyarkirin. Duyemîn: Sûdwergirtina ji baweriya kesê din.

Dema ku em xiyanetê li mirovan dikin, em xiyanetê li peyman û bendewariyan û li hêvî û sozên xwe jî dikin. Em bi gotin û kirinên xwe xiyanetê li gel dikin.

Her kesê ku xiyanet lê hatiye kirin dizane bêhêvîbûnek tal çawa ye. Tu xwe bêqîmet hîs dikî û gêj dikî. Fikr, hest û hêviyên te bi tevahî ji hêla kesê din ve hatine paşguhkirin. Tu di plana kesên din de bûyî peya. Bi gotineke din, kesê din tenê we objektîf kir û bi kar anî. Ji ber vê yekê xiyanet pir biêş e û dikare şopên ewqas kûr bihêle.

Serkeftina xiyanetê

Xiyanet dikare jehrî be, bi gelemperî kesên ku xiyanet kirine pir gumanbar in. Xiyanet ne tenê li ser me, li ser hemû kesên derdora me bandor dike. Bi durûtî yan durûtiya kesekî din re mijûlbûn bi rastî zor e û birînên xiyanetê bi gelemperî bi serê xwe baş nabin. Ji ber vê yekê ji bo derbaskirina vê xiyanetê divê rêyek bê dîtin. Li vir çend serişte hene ku tenê em dikarin wan bigirin dest:

Werin em rewşê binirxînin; girîng e ku mirov fêr bibe ka bi rastî çi bûye sedema xiyanetê. Divê em zêde baldar bin ka em bi qestî hatine xapandin an na. Bi rastî girîng e ku mirov niyeta kesê din bifikire.

Em xwe sûcdar nekin û ji xwe re bibin hevalek baş; her çiqas di vê rewşê de kesê îxanet kiriye mexdûr be jî gelek caran xwe ji ber tiştên ku qewimîne sûcdar dike. Ew ji xwe re dibêje ku ew ê çiqas bêbawer û bêaqil bûye, xwe şermezar dike. Lê heke em ew kes bin, divê em tu carî berpirsiyariya kiryarên kesên din negirin ser xwe.

Divê em tişta qewimî qebûl bikin; bêguman, em dikarin her wiha hewl bidin ku tiştê qewimî înkar bikin. Lê ew ê me negihîne tu derê. Tiştê herî baş ew e ku mirov tiştê qewimî qebûl bike û bibîne ku çareseriyek ji rewşê re heye yan na.

Divê em dem bidin xwe, xiyanet dikare me ji hêla hestiyarî ve biteqîne. Baş e ku hûn hinekî dem bidin xwe da ku hûn sarbûna xwe ya destpêkê derbas bikin û nêrîneke zelaltir ji tiştên ku diqewimin re bibînin.

Werin em hevsengiyê bibînin; her kes dikare xeletiyan bike. Divê em tu carî vê yekê ji bîr nekin. Çiqas zehmet be jî pir tê pêşniyarkirin ku mirov vê yekê li ber çavan bigire.

Werin em rêyekê ji bo efûkirina kesên din bibînin; bexşandin nayê wê wateyê ku em bi tenê tiştê ku qewimî qebûl dikin. Ev nayê wê wateyê ku tiştek neqewimiye. Zêdetir ew e ku em bi xwe re bigihîjin ahengê û fêr bibin ku bila rabirdû bibe.

Xiyanet hertim wek daqurtandina hebeke tal e. Lê ne hewceye ku ew her gav bibe sedema travmaya jiyanê. Pêşî divê em hewl bidin ku dema ku em hatine xayînkirin hevsengiya xwe ya hundurîn ji nû ve bi dest bixin. Ew rêya yekane ye ku hûn vegerin ser lingên xwe. Nehêlin kirinên kesek din bandorê li jiyana we ya mayî bike.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê