18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Agiriyê gel diherike qada Newrozê

Li Agiriyê bi hezaran kes ji bo vêxistina agirê Newrozê diherike qada Newrozê.

Bi hezaran şêniyên Agiriyê ji bo vêxistina agirê Newrozê diherike Parka Newrozê. Ji saetên serê sibehê ve ji navend, gund û navçeyan bi hezaran welatiyan berê xwe dan qada pîrobahiyê. Qada Newrozê bi flamayên kesk, sor û zer hatiye xemilandin. Piştî lêgerîna li qadê, destûr hate dayîn ku xelk bikeve qadê. Gelemperiya girseyê ji ciwan û jinên cil û bergên kurdî li xwe kirin pêk tê. Ciwanên ku nîşaneyên serkeftinê dikin, dirûşmên têkildarî Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan berz dikin.

Bernameya pîrozbahiyê dê bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê bike. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî û Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr dê di bernameyê de biaxivin. Piştre jî dê Dengê Meyman derkeve ser dikê û stranên xwe pêşkeş bike.