5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

​​​​​​​Ji YNK’ê bersiv: Dayîna alîkariyê ji bo me şeref e

Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê Stran Ebdula li ser daxuyaniyên PDK’ê yên têkildarî qezaya helîkopterê ku 9 şervanên QSD’ê şehîd bûn, got: “Weke Mam Celal got, ev ji bo me şerefek e, em wan sucdariyan jî red nakin.”

Roja 15ʹê adara 2023ʹyan dema ku hêzek ji Yekîneyên Antîteror (YAT) ên QSD’ê diçûn bajarê Silêmaniyeyê, du helîkopterên ku ew vediguhestin ji ber rewşa hewayî ya nebaş qeza kirin. QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama qezayê de 9 şervanên wan ku fermandarê YATʹê Şervan Kobanê jî di nav de bû şehîd bûne. QSD piştre jî nasnameyên şehîdan eşkere kirin û ji rayedarên herêmê xwest ku cenazeyan rasdest bikin. Lê heta niha PDK’ê bersiv nedaye.

Piştî bûyerê rayedarên PDK’ê û Serokê Hikumeta Herêmê Mesrur Barzanî li şûna peyamên sersaxiyê, daxuyaniyên sucdarkirinê belav kirin. Di daxuyaniyan de YNK jî hat tawanbarkirin.

Li ser van daxuyaniyan rêveberên YNK’ê bersiv da sûcdariyên rayedarên PDK’ê û Serokê Hikumeta Herêmê Mesrur Barzanî.

Ev ji bo me şerefek e

Li gorî nûçeya Rojnews’ê, Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê Stran Ebdula der barê daxuyaniyên rayedarên PDK’ê de peyamek belav kir. Ebdula diyar kir ku bêyî ku  agahiya hevkarên wan ên di Encûmena Asayîşê de hebe, rayedarên hikumetê û PDK gazindan dikin û got; “Dibêjin ew qas helîkopterên YNK’ê zêde ne, ji Rojava re dişînin. Em jî dibêjin heger nebin jî em ê peyda bikin.”

Ebdula bersiva sucdarkirinan jî da û got; “Weke Mam Celal gotî, ev ji bo me şerefek e, em wan sucdariyan jî red nakin.”