3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Akbelenê leşkeran êrîşî Akin û parlamenterên pê re kir

Li Akbelenê ku xwezaparêz li dijî birîna daran li ber xwe didin, leşkeran êrîşî Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û parlamenter Bûrcûgul Çûbûk û Perîhan Koca kirin.

Li navçeya Mîlas a Mûglayê, ji bo avakirina kana komirê li daristana Akbelenê bi nobedariya leşkeran dar tên birîn. Li herêma ku dar tên birîn xwezaparêz û gundiyên herêmê li dijî birîna daran dertên û hewl didin birîna daran bidine rawestandin.

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, parlamenterên partiya xwe Bûrcûgul Çûbûk û Perîhan Koca ji bo piştgiriya berxwedana gel a li herêmê hatin Akbelenê. Leşkeran li vir bi ava şid û gaza îsotê êrîşî Akin û welatiyên pê re kirin.

Di êrîşê de Akin, Perîhan Koca û gelek welatî aciz bûn. Hate dîtin ku leşkeran gaza îsotê bi taybetî li rûyê Koca reşand.

Gelê herêmê êrîşê şermezar kir.