9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji şivanê leşkeran ew birin operasyonê agahî nayê girtin

Li Colemêrgê, ji şivanê ku leşeran bi darê zorê ew birin herêma operasyonê agahî nayê girtin.

Di 25’ê tîrmehê de li çiyayê Sipêrêz ê navçeya Gever a Colemêrgê, operasyona leşkerî hat destpêkirin. Operasyona ku hat destpêkirin hê jî didome û bi operasyonê re zilmeke mezin li niştecihên herêma operasyonê tê kirin. Yek ji mînaka vê zilmê duh derketibû holê; leşkerên tirk duh şivanê bi navê Mûrat desteser kiribûn û bi darê zorê ew biribûn herêma operasyonê.

Di çarçoveya operasyonê de bi sedan leşker, wesayîtên zirxî û helîkopter sewqî herêma operasyonê hatine kirin. Gundên ku operasyona li wan didome dikarin wiha bên rêzkirin; Tilorana Jêr, Tilorana Jor, Pagê, Mitirban, Meşkan, Mûşan, Kendalok û Wargenima, Çiyayên Tajdîn, Sipêrêz, Xidrok, Omerê û zozanên Topizava, Gîlêşîna, Xidrok û Sêrazê.

Liv û tevgera ÎHA û SÎHA’yan heye

Hate diyarkirin ku du roj in di saetên şevê de ji qadên Çiyayê Sipêrêz û Xidirok lê ne dengê çekan tê û hate zanîn ku duh li herêma operasyonê liv û tevgera ÎHA û SÎHA’yan hebûye. Di operasyona ku berdewam dike de agahî ji şivanê bi navê Mûrat ku duh serê sibehê hatiye binçavkirin û bi darê zorê ew birine herêma operasyonê tune ye. Malbata şivan ji jiyana zarokê xwe bifikar e û banga hestiyariyê li raya giştî kir.

Li aliyê din şivanê bi navê Şiyar Demîr duh li qada çoltarê asê mabû û leşkeran nehiştibû ku gundî biçin ba wî. Hate zanîn ku Demîr ji herêma ku lê asê maye derketiye.