11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amed, Wan û Stenbolê mitîngên fînalê bi coş berdewam dikin

Partiya Çepên Kesk li Amed, Wan û Stenbolê bi beşdariya sedhezaran kes mitîngên hilbijartinê yên fînalê li dar dixe

Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên Hilbijartina Serokkomariyê û Parlamenteriyê ya sibê dê bê kirin de li Amed, Wan û Stenbolê bi beşdariya sedhezaran kes mitîngên fînalê li dar dixe. Li qadên mitîngan dirûşmeyên ku tên berzkirin, pankartên ku hatine vekirin û heta gotinên axivêran peyamên “serkeftinê” hat dayîn.

Qada Stensyonê ya Amedê tijî bû

Li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga fînalê ya bi beşdariya Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Berdan Ozturk, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û namzeta parlamenteriyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Cîgira Hevserokê Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran û nûnerên Komeleya Kurd a Demokrat (DDKD) tê lidarxistin. Her wiha hunermend Şehrîbana Kurdî û Koma Golgedekîler jî dê derkevin ser dikê.

Li Wanê qada Beşyolê bi coş û kelecane

Mitînga li Wanê li Qada Beşyolê tê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Wanê Pervîn Bûldan, Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) û Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Sînan Çîftyurek, Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya beşdarî mitîngê bibin û wê hunermend Ozlem Baglayan û Alî Jiyan jî derkevin ser dikê.

Li Stenbolê jî qada Yenîkapî dê weledê xwe davêje

Mitînga Stenbolê ya fînalê li Qada Yenîkapiyê tê lidarxistin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Cengîz Çîçek û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan Ozlem Gumuştaş, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk, Berdevkê Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Bariş Kayaoglu û namzetê parlementeriyê Sirri Sureyya Onder wek axiver beşdarî mitîngê bûn.

Hêjayî gotinê ye ku niha li van sê bajaran mitîngên bi coş û kelecan berdewam dikin