28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mêrdînê bi biryare ku her şeş parlamenteran kesk bike

Xebatên hilbijartinê bi lezgînî didomin.

Gund bi gund, mal bi mal em geriyan.

Stewrê sê herêm in; Kosa, Dêrevera û Sûrgiçya. Navenda Stewrê û herêma Kosa Ereb in û têkiliyên me ne xerab in, lê em dengên hindik ji wan deran digrin. Em bi taybetî li ser nixteyan li wan deran geriyan, xebitîn û encam jî ne xerab e, ne li gorî dilê me be jî.  Bi erebeyan em bûne rêz; do Sûrgiçya, îro Dêrevera. Neyêser.

Ez derdê xwe bibêjim

Car carinan kûr difikirim û jiyana xwe tînim ber çavan.

Heqet; ez li çi digerim!

Yan jî em li çi digerin; bindest, xizan, gelên pelçiqandî li çi digerin.

Sêwirîn di mejiyê min de diçin û tên; geh li do me, geh li îro, geh li sibê û tevlîhev im, rohnayî jî xweşiyê dide min.

Li Ewîna û hema li her derê herdu tiliyên serkeftinê min dilzîz dikin; zarok, ciwan û yextiyar, kal tim devliken in. Coş bê hed e.

Tew nerînên keçên ciwan ên vedizî û bazdana zarokan bi alê û bi qîrîn, her di pêşbaziyê de ne. Dilê min her lê dide, wek defa hawarê yan jî defa govendê, jixwe em ji govendê nabetilin! Balkêş, emir jî li pêş. Qey ji nûv de sewdaser dibim! Na, awirên keç û bûkê ciwan tiştekî dibêjin; rohnayî li çavan daleqandî. Tiştekî dixwazin, dizanim.

Em li çi digerin!

Şevên baranê yên biharan tên hişê min.

Em şilo-pilo ne, ciyekî me ziwa tune. Heriya deşta Xwedê rê kesî nede, treqtor jî di bin me de qulipî, baran wek tu devê kum vekî. hevalê Vedat bi bişirîne;

  • Hevalê Hisên, tu ecemî yî! Li xwe Miqate be, mîratê, tiştek bi te neyê!
  • Na, ez ne yê îro me.

Û ken me hêzdar dike, lê wele heriya herdu niga bêje deh kilo, şilî jî ji aliye dinê.

Ne hê min ji te re negotibû ku ez aşiqê te me, ez ê qet nebêjim, dilê min nahêle, eyb e wî. ma tê gotin. Na.

Lêgerîna me li çi ye!

Bihar e, neqişandina xwezayê ne karê min e, lê giha, çîçek, kulîrik, dar û devî xemilandî di govendê de ne. Ba, bayê gulanê çêtir e ji baranê. Wisa dibêjin, lê xweza serxweş e, belkî jî ez. Ez kulîlkan didim hev, jixwe gulan; gulên sor, ser, pembe hiş li me nehiştiyê. Lê kulîlkehwan cuda ye, nikarim erebeyê bi sekinînim, li ku carinan em bêhna xwe vedidin, bi eceleyî bêhna jiyanê dikişînim ser dilê xwe û çend fotoyan dikişînim, ha em ji xelkê re dibêjin “li bin dara jiyanê xin!” jixwe em li dara jiyanê digerin û ew her dilê me ye. Em kal, xort, navsere, keç, bûk, dilgirtî tev di geşê de ne. Jiyan di awir û bîbîkên çavên Gulê, Leyla, Gulbihar, Nurcan, Şêrîndil, Rûken, Nûda, Asê, Nazê. de bi jana dilan geş dibe, dibe pirs û weke du vejenên jiyan çepûrast dibin Zîn. Erdnîgariya Kurdistana şîrîn jî wisa. Zîn in. Memo li rê ye. Dûrge ne dûr e!

Ku rê he be, ciyekî ku em ê bigêjinê jî ew ê he be. Warek heye, lewra rê he ye û em her û her dimeşin. meş jî; rê jî xweş e.

Heqet em li çi digerin?!

Dîsa, dîsa em digerin.

Dîsa em!

Dîsa em û ger û veger!

Barana biharê û şev. Her der bêhna indeko; şev be jî rihana tehtan me serxweş dike, hê mizîlaq, binefş, gangilok û nîsanan xatir ji me ne xwestine û tehma tolikê ji serdar e. Ava baranê avêtiye qelşa qûna me. Û hey şirîn e, baran qet venade û gurme-gurma ewran e. Me xwe avêtiye şikeftên Zivinga Dalqandî. Şikeft tije ziblê pez e û kêf kêfa kêç û spiya ye, em jî ji xwexurandinê bûne rêsiyê badayî, her dizîvirin. Jixwe genan xwîn di me nehiştiye, hawara Yezdan digihê asîman ji ber wan.  Bêhna genî, şilî, xewê rih ji me stendiye û operasyonên dijmin bêîman û her em balê lê bînin, govend li dar e. Rohnayî û şewqa awirên Sari Selîm, Mazlûm, Xeyrî, Firat, Denîz, Cîhan, Berxwedan, Enwer, Ferat, Rêber, Silho, Murat, Tariq, Xelîl, Qenco. bûne çengel di dilê min de çikiyane.

Em û zarokên Xerab Memo!

zarokên Xerab Memo. Heyrana çavên we. Kesî govend û pêşbaziyek wisa ya bezê, ya bazdanê nedîtiye; li gel deng, qêrîn, xweşî, coşî û hêzê. Bila xayîn û kurmêndarê hezar car bi qurbana wan bin. Ez hêviya çav û dilê wan maçî dikim. Digotin, “Em Apê xwe û Demirtaş dixwazin! Me nexapînin! Em partiya wan dixwazin!” Zarokên Baziqê jî ne kêmî wan. Dilê min di qesefa xwe hilnayê. Min go ya; ez aşiq im. Wele. Li emrê dirêj nenêrin, ma heftê sal çiye!

Wa hezkirina min diherike û dil ê min teyrê baz e. Aşiq im wî, qîzê vî welatî zerî, perî, milyaket in û dê jin jiyanê qeş bikin.

Ma ne Jîna pesend kir; jin, jiyan azadî.

Em digerin! Ma ne dinya jî digere!

Mêrdîn çavê xwe bera şeş wekîlan daye, we hay jê hebe.

Û em ê pazdehê gulanê li gel pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî cejna qulpandina qûçê, cihemîna dîktator jî pîroz bikin.

Nebêjin te negotiye!

Va li vira dinivîsim.

Dizanim, hûn jî dizanin ku em li çi digerin!