11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK û Îslamiyên Başûr piştgiriyê didin Huda-Par

PDK û hinek aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di hilbijartinan de piştgiriya xwe ji Huda-Par’a ku hevkarê Erdogan’e re nîşan dan. Huda-Par’ê li bakurê Kurdistanê di salên 90’î de 17 hezar Kurd qetilkirine

Huda-Par ew partiye ku di salên 90’î de komkujî li ser Kurdan pêkanîne û 17 hezar Kurd li Bakurê Kurdistanê bi awayek hovane qetil kirine. Niha jî dixwaze dengê wan Kurdên ku berê bi destê xwe di komjiyê re derbaz kirine rewşa Erdogan û rejîma wî rast bike. Rûyek sexte ji vê partiya dijminê gelê kurd re çêkirine û Huda-Par’ê wek parêzvanek yê doza Kurd li Tirkiyeyê dide nasandin.

Tifaqa Komarî bi pêşengiya Erdogan û AKP’ê bi beşdariya Huda-Par ya hilbijartinên Tirkiyeyê dirûşmeyên zayendperest, netewperestiya tirkan, Îslama tundrew bilind dike. Li ser bingehê dijayetî û tunekirina gelê Kurd hatine rex hev. Lê li tevî van hemû kiryarên Huda-Par’ê jî PDK, Barzanî û beşek ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê piştevaniya herî xurt didin vê partiyê.

Ji bo hilbijartinên 14’yê Gulanê yên Tirkiyeyê, Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi fermî soza piştgirî dayînê ji tifaqa AKP-MHP’ê û partiyên netewperest û selefiyên tundrew ku li ser bingehê dijayetiya gelê Kurd hatine cem hev, da.

Herwiha hinek ji aliyên Îslamî jî bi awayek eşkere pêşwaziya xwe ji Serokê Giştî yê Huda-Par’ê Zekerya Yapicioglu re nîşan dan. Ji bilî van, gelek kesên girêdayî aliyên Îslamî di bin navnîşanên cuda de li dijî Partiya Çepên Kesk di axivin û nivîsan dinivîsin. Li beramberî vê jî piştgiriya xwe ji Huda-Par’ê re nîşan didin.

Hinek alî û kesayetên Îslamî yên Başûrê Kurdistanê jî dixwazin bi rêya çêkirina rûyek sexte, Huda-Par’ê weke nûner û parêzvanê rast yê doza Kurd li Tirkiyeyê bide nasandin. Herwiha armanc, daxwaz û xeyala wan ya herî mezin ewe ku Partiya Çepên Kesk li beramber Huda-Par’ê şikest bixwe û winda bike. Bi vê yekê armanc dike ku dengên Kurdan wergirin û bixin xizmeta rejîma faşîst ya AKP’ê û Erdogan. Lê rastiya Huda-Par’ê eşkere û li ber çavane, dijminê herî qirêj û tund yê gelê Kurde. Ji bo tunekirin û jêbirina beleka Kurd û Kurdistanê bi hevpeymanên xwe yên dijminê Kurdan re qet û qet nakeve nava dudiliyê.

Tifaqa Komarî ku berê wê yê bingehîn AKP’ye, Partiya ‘Yenîden Refah Partîsî’ ku Fatîh Erbakan serokê vê partiyê ye, yek ji partiyên endamên vê Tifaqa Komarî ya faşîste. Ev partiye dewama xeta siyaseta Necmedîn Erbakan’e ku dijî Kurdane û rêjeya dengên wan %1’e.

Huda Par, bermayê Hizbûllaha Tirkiyeyê ye. Partiyek bihêrse, bihêrsek netewî ye û ji bo dijayetiya gelê Kurd û mafên rewa yên gelê Kurd ol berevajî kiriye. Li qaşo Kurdin, nûnertiya Îslama sexte û dewletê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dikin. Zekeriya Yapicioglû niha serokê vê partiyê ye. Vê partiye anku Huda-Par’ê di salên 90’î de li Bakurê Kurdistanê bi awayê terorîzma rasterast nêzîkî 17 hezar Kurd di komkujiyê re derbaz kirin. Rêjeya dengên Huda-Parê %0,03 ye.

Partiya Yekitiya Mezin (BBP), serokê wê Mustafa Destîcî ye. Ev partiyek ji Tirkên nîjadperest pêktê. Nav û hebûna Kurdan bi tundî înkar dike. Partiya Çep ya Demokratîk (DSP)  jî partiyek nîjadpereste. Xwe wek şopînerê Atatûrk binav dikin ku ji bilî gelê Tirk tu netewên din nasnakin. Partiya Welatdayik (ANAP) ji komek netewperestên Tirk pêktên û ev jî li dijî hebûna Kurdanin û cihê xwe di Tifaqa Komarî de digirin.

Huda-Par’a ku dixwaze dengên Kurdan bistîne û di dawiyê de bixe xizmeta Erdogan de, niha PDK û hinek aliyên Îslamî yên Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ji Huda-Parê û Tifaqa Komarî ya di pêşengiya Erdogan-Baxçelî û rejîma faşîst ya AKP-MHP’ê re nîşan didin. Herwiha ji bo serkeftina Tifaqa Komarî û Erdoganê ku yek ji dijminên herî mezin û tirsonek ku rojane gelê Kurd li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê qetil dike û di komkujiyan re derbaz dike, PDK û hinek aliyên Îslamî yên Başûrê Kurdistanê rojane propagandayê dikin.