Xwediyê Şîrketa Lêkolîna Avrasyayê ya Rapirsînê Kemal Ozkîraz ku pêr rapirsiya hilbijartina serokkomariyê û parlamenteriyê belav kiribû, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Ozkîraz binçavkirina xwe li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand.
Li gorî encamên rapirsiya Avrasyayê; di hilbijartina serokkomariyê de Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Cumhur Tayîp Erdogan bi rêjeya ji sedî 44,2 û namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû jî bi rêjeya ji sedî 51,3 deng wergirtine.