21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê polîsan 13 ciwan binçavkirin

Li Amedê di encama serdagirtina malan de di nava wan de xwendekarên zanîngehê jî hene 13 ciwan girtin bin çavan û ew birin Midûriyeta Polîsan a Amedê

Li Amedê xwendekar jî di nav de 13 ciwan bi îdiaya ku “dê rêxistinek nû ya ciwanan a bi navê ‘YNCK’ ava bikin û di salvegera damezrandina komara tirk 29’ê cotmehê de li navçeya Sûrê çalakî bikin” di encama îxbarê de hatin binçavkirin. Polîsan bi ser malên ciwanan de girtin û bi vê hinceta navborî wan kirin binçavan.

Di çarçoveya operasyonê de kesên bi navê F. A., H.U., N.K., N.G., J.K., Ş.J.P., E.E. û S. ku paşnavê wî/wê nehat zanîn hatine binçavkirin. Navên binçavkiriyên din jî nehat hînbûn û hat diyarkirin ku biyara sînordarkirinê danîne ser dosyeyên wan.

Hat zanîn ku binçavkirî li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin.