13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê ku birîndar bû nebirin nexweşxaneyê

Girtiyê nexweş Civan Boltan ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin, tiliyê wî ket ber hesinê taqa derî û birîndar bû. Di ser birîndariya Boltan re 6 roj derbas bûn lê Boltan hîn jî nebirine nexweşxaneyê

Girtiyê nexweş Civan Boltan li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin. Boltan di nava lîsteya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a girtiyên divê bi lezgînî bên berdan de cih digire. Boltan, nikare pêdiviyên xwe yên jiyanî yên rojane bicih bîne. Çavekî wî nabîne, destê wî yê çepê tune ye û di mejiyê wî de jî parçeyên şarapnelê hene. Boltan, tenê dikare destê xwe yê rastê bikar bîne lê di 22’yê cotmehê de destê wî ma ber berkaza ku tê de xwarin tên dayîn. Ji ber vê yekê du tiliyên wî birîndar bûn. Hat zanîn ku Boltan nebirine nexweşxaneyê.
Hevdîtina telefonê
Nazîme Boltan îro di danê sibehê de li ser telefonê bi kurê xwe Ciwan Boltan re axivî. Boltan têkildarî rewşê agahî bi dayika xwe re parve kir. Dayik Nazîme Boltan jî agahî da Ajansa Mezopotamya (MA) û wiha got: “Ciwan got ku 6 roj berê dema xwarin dihat dayîn, hêj xwarina xwe wernegirtibû hesinê taqa derî kişandin û destê wî ketiye ber hesinê taqê. Tiliyê wî birîn bûnê lê ji bo kontrolê nebirine nexweşxaneyê. 6 roj in bi êşa tiliyên xwe dijî.”
Zilmê dikin
Boltan diyar kir ku kurê wê ji ber nexweşiyên xwe nikare di girtîgehê de bimîne û axaftina xwe wiha qedand: “Ev zilm çima tê kirin? Hûn çima nabin nexweşxaneyê? Hûn pariyekî nan didin lê wê jî di qirikê de dihêlin. Heke hûn dê wiha bikin wê demê xwarinê nedin. Zarokên me jixwe nexweş in û hûn tedawî nakin. Qet nebe bihêlin em wan bidin tedawîkirin.”