28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Qatil KYK ye

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê mirina Zeren Ertaş û bûyerên tacîzê yên li zanîngehan diqewimin bi çalakiya rûniştinê protesto kirin. Xwendekaran anîn ziman ku Qatil KYK ye

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ji bo mirina Zeren Ertaş a li Wargeha Xwendekarên jin a Guzelhîsara Aydinê ku dema asansor ket û jiyana xwe ji dest da û bûyera tacîzê ya li zanîngeha Dîcleyê qewimî şermezar bikin, li ber avahiya karên xwendekaran çalakiya rûniştinê li dar xistin. Gelek xwendekar beşdarî çalakiyê bûn.

Xwendekaran bênavber dirûşmên berz kirin û dowîzên “Jin jiyan azadî”, “Qatil KYK” û “Liheyfa we daye bû kefenê Zerenê” hildan.

Xwendekaran piştî demekê xwestin heta avahiya rektoriyê bimeşin. Polîsan xwendekar dorpêç kirin û meşa wan asteng kirin. Xwendekaran bi berzkirina dirûşmeyan astengiya polîsan protesto kirin. Piştre xwendekaran di nav dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Elîf Çoban li ser navê xwendekaran daxuyanî da. Çoban ji malbata Zeren Ertaş re sersaxî xwest û bal kişand ser bûyerên li zanîngehan diqewimin û destnîşan kir ku wê ciwanên bi rêxistinkirî hesab ji kujeran û desthilatdariyê bixwazin.

Xwendekaran got heta ku rektor bê cem wan dê çalakiyên xwe bidomînin.