7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê 2 bekçî hatin kuştin

Li navçeya Rezan bekçiyê bi navê Mehmet Kan bi sîlehê xwe êrişî pismamên xwe yê bekçî Kadrî Kan û Hayrî Kan ên birayê hev kir û her du kes jî hatin kuştin.

Li semta Bayramoglû ya navçeya Rezana Amedê li hundirê marketekî di navbera bekçiyan de êrişa çekdarî pêk hat. Bekçiyê li Midûriyeta Polîsan a Amedê wezîfedar e Mehmet Kan bi sîleha xwe çû marketê û êrişî pismamên xwe Hayrî Kan û Kadrî Kan ên birayên hev in kir. Her du kesan jî di êrişê de jiyana xwe ji dest da. Piştî êrişê Mehmet Kan bi tevî çeka xwe teslîmî polîsan bû.

Hat zanîn ku piştî lêkolîna li cihê bûyerê cenaze rakirin morga nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku Kadri Kan jî li Midûriyeta Polîsan a Amedê bekçî ye û Hayrî Kan jî li Midûriyeta Polîsan cîgirtiya teknîsyeniyê dike.

Walîtiya Amedê têkildarî bûyerê daxuyanî da û diyar kir ku bûyer bi sedema “xisûmetiyê” pêk hatiye.