2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TJA’yê bertek nîşanî êrîşên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê da

TJA’yê têkildarî Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş ku di encama êrîşa balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê de hate qetilkirin daxuyanî da. TJA’yê bang li qada navneteweyî kir ku li dijî van êrîşan bikevin nava liv û tevgerê

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş ku di encama êrîşa bi balafirên (SÎHA) a dewleta tirk de hate qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta tirk modêla demokratîk a ji hêla gelê kurd û gelên din ên herêmê ve hatiye avakirin hedef digire.

TJA’yê destnîşan kir ku di êrîşan de jinên pêşeng ên têkoşîna azadiyê hedef tên girtin û Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr, Barîn Botan, Hevrîn Xelef, Nagihan Akarsel û Evîn Goyî ên di encama êriş û koordînasyona dewleta tirk de hatine qetilkirin bi bîr xist.

Banga ji bo raya giştî ya navneteweyî

Di daxuyaniyê de TJA’yê got ku di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş hatiye qetilkirin û wiha bi dawî kir: “Bi qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş re bloqa faşîst a AKP-MHP’ê û tifaqên wê yên qirêjî yên herêmî armanc dikin ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd a li her çar parçeyan tesfiye bikin. Armanc ew e ku qirkirina sedsal berê netewe dewletan li ser lihev kiribû temam bikin. Têkoşîna îro li Rojava li dijî tarîtiya DAIŞ’ê tê meşandin û modêla neteweya demokratîk a hatiye avakirin, ji bo gelên bindest ên cîhanê bûye çavkaniya hêviyê. Banga me ji bo raya giştî ya navneteweyî ew e ku li dijî êriş û hewldanên Tirkiye û tifaqên wê yên qirêjî yên herêmî yên li dijî Rojava û têkoşîna azadiyê ya jinan, bikevin nava liv û tevgerê.”

Hêjayî gotinê ye ku di êrîşa duh (20`ê Hezîranê) a li Herêma Cizîrê de hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira Hevserokatiya meclisê Lîman Şiwêş û ajokarê erebeya wan Firat Tûma di emcama êrîşeke hewayî ya dewleta tirk de hatibûn qetilkirin.