28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê esnaf û welatî ji qeyrana aboriyê bi gazinc in

Li Amedê esnaf û welatiyan diyar kirin ku rewşa qeyrana aboriyê her roja ku diçe xerabtir dibe. Ji ber ku her roj dolar û euro zêde dibe gelek bandorê li esnaf û welatiyan dike û wiha gotin: “Ji ber ku her roja diçe buhayê dolar, zêr û euro zêde dibin ew qas bandora xwe li aboriyê jî dike.”

Li Amedê esnafên firotina sebze û fêkî dikin, ji rewşa xwe ne kêfxweş in û rojên dijwar dijîn. Her roj qamyonên ku ji herêman tên sebze û fêkî tînin halê ji ber ku tiştên destê wan nayên firotin li ber deriyê dikanên wan bi rojan disekinin. Di heman demê tomerfiroş jî ji ber qeyrana aboriyê bi gazincin û gelek kes ji wan jî dibêjin ger ku bi vî awayî bidome em ê dest ji kar berdin û karkerên xwe ji kar derxin. Niha jî ji ber ku cejna qurbanê tê gelek welatiyan anîn ziman ku cejnên berê êdî nemane. Li her derî buhayê xwarinan zêde bûne kes nikare debara mala xwe bike û tu tiştek bistîne. Welatî ji vê rewşa heyî gelek bi gazincin.

Esnafê bi navê Orhan Okmen, diyar kir ku ew her dema ku diçin cem tomerfiroş wan ê bi salane hevdu nas dikin jî êdî bi deyn nikarin tiştan bînin û wiha got: “Em niha nikarin tu tiştekî bistînin rewşa aboriyê her roja ku diçe xerabtir dibe, dema ku muşteriyên me tên çav bi buhayê xwarinan dikevin naxwazin tu tiştekî bistînin. Muşterî ji her tiştî bi gazincin tiştên ku me salekê beriya niha dikaribû ji tomefiroşan bikiriyana niha em diçin êdî ew jî bi deyn tu tiştekî nadin me.  Ji ber ku rewşa aboriyê bandora xwe li wan jî kiriye.”

‘Edî em nikarin bi kîloyan bistînin’

Welatiya ku nexwest navê xwe bide bi van gotinan gazincên xwe anîn ziman: “Çend sal berê hefteyek beriya cejnê me dest bi dan û stendina xwe ya cejnê dikir. Lê mixabin niha jî em hatine çav bi buhayê  tiştan dikevin em çavtirsandî dibin ji ber ku ew qas buhayên tiştan zêde bûne em êdî nikarin ne fêkî û ne jî sebze bi kîloyan bistînin. Her cara ku em tên bazarê em bi heban distînin. Rewşa niha ev e em êdî li malê nikarin deriyê sarincê vekin, ji ber ku sarincên me vala ne.”

‘Şert û mercên jiyanê her ku diçe giran dibe’

Welatiya bi navê Saîme Yildiz, diyar ku her roja ku zem neyê tiştan tune ye û ev tişt anî ziman: “Ji erdhejê bigre heta hilbijartinê û heta niha gelek tişt hatine guhertin ji ber ku buhayê jiyanê zêde bûye êdî tu rumeta pereyan nemaye. Her roja ku diçe zem tê ser tiştan buhayê dolar, zêr û euro berê wan li jore qet nayê xwarê, her ku diçe şert û mercên jiyanê giran dibin. Êdî mirov nikarin tu tiştekî ji mala xwe re bistînin.”

‘Em tu karekî nakin’

Esnafê bi navê Recep Kitay, bi bîr xist ku cejnên çend sal beriya niha gelek bi xweşî diçûn û Kitay wiha axaftina xwe domand û got: “Ger ku bi vî awayî biçe em ê dest ji karê xwe yê bazirganiyê berdin, ji ber ku êdî em niharin debara mala xwe bikin, ev tişt gelekî me diwestîne. Dema ku em nexebitin jî çavên zarokan li destê dê û bavê wan e. Zarok fêhma hebûn û tunebûnê nakin ew tim dixwazin ku mirov ji wan re bîne, ji ber ku ev tişt di xwezaya zarokan de heye. Ez her carekê ku diçin malê gelek caran tiştan bi destê xwe re dibin car heye ku wê rojê min bi qasî buhayê tiştê kiriye kar nekiriye.”

‘Bandora aboriyê’

Welatiyê bi navê Hîkmet Dere, da zanîn ku di demên dawî de mûçeyên kêmtirîn jî zêde bûye, lê li gorî wê buhayê xwarin û vexwarinê jî zêde bibe û wiha axivî: “Di van her du mehên dawî de rewşa aboriyê çiqas diçe xerab dibe. Em êdî nikarin gav biavêjin derve ji ber ku êdî mirov her cara diçe derve pere tên xerckirin. Niha mûçeyê kêmtirîn jî zêde bû lê ew ê dîsa li gora wê yekê buhayê tiştan jî zêde bibe.”