5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li nexweşxaneya Amedê bê eleqedariya mezin

Di hundirê Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle ya Amedê li beşa zarokan gelek deverên korîdorên nexweşxaneyê hemû çal bûne, ne kursiyên zarokên astengdar û ne jî sedyeyên nexweşan dikarin tê de derbasbibin.

Li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê, li beşa zarokan di gelek deverên erd û dîwarên nexweşxaneyê de xisar hene û nayên temîrkirin. Ji bo ku ew kêmanî û xisarên heyî neyên xuyakirin li hemû erda korîdorê mişanbe raxistine. Di heman demê de cihên serşoyê û hemû lavaboyên nexweşxaneyê qirêjîne, ji aliyê xebatkarên nexweşxaneyê ve tê paşguhkirin û nayên paqijkirin. Lewre jî malbatên zarokên nexweş ên ku li wir hatine razandin gelekî ji vê rewşê bi gazinc in.

Desthilata AKP’ê li bakurê Kurdistanê wekî gelek xizmetên din, xizmetên ji bo nexweşxaneyan jî paşguh dike. Hêjayî gotinê ye ku ev desthilat di her firsendê de pesnê xizmtên desthilatdariya xwe dide û dibêje; em li gelek deveran xebatên xwe dikin, lê her cihên ku dibistan, rê û nexweşxane lê hatine avakirin piraniya wan ji ber rantxwariyê bi sextekarî hatine çêkirin.