17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin

Navên hin kesên ku îro hatine binçavkirin wiha ne: Sînemager Sûphî Orhan, Mazlûm Kardaş, Fermandar Kardaş, Sohbet Yildiz û Mûhsîn Acar.

Hate diyarkirin ku li Amedê polîsan di saetên serê sibê bi ser gelek malan de girtine û nêzî 20 kesan binçav kirine. Hate hînbûn ku polîsan ji ber cîran îşkenceyê nebînin qula derî bi bandê girtine.

Di serdegirtinan de deriyên malan hatin şikandin û bi saetan li malan lêgerîn hate kirin û hemû tiştên malan hatin belavkirin. Hate diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan a Amedê.

Sînemager Sûphî Orhan ê polîsan di saetên serê sibê bi ser mala wî de girtin bi lêdanê binçavkirine. Li Mûhsîn Acar ê li mala xwe hate binçavkirin jî îşkence hate kirin. Hate diyarkirin ku difina Acar şikestiye û dev û lêvên wî reş û şîn bûne.

Malbata Acar, îşkenceya li Acar hatiye kirin wiha vegot: “Li derî dan, me jî vekir. Çawa ku me derî vekir polîs ketin hundir. Em li erdê dirêj kirin. Dû re Mûhsîn xistin odeyekê em xistin odeyekê. Di wê navberê de dengê Mûhsîn dihat. Difina Mûhsîn şikandibûn. Li malê du saetan lêgerîn kirin.”

Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Sînemager Sûphî Orhan, Mazlûm Kardaş, Fermandar Kardaş, Sohbet Yildiz û Mûhsîn Acar.  Ji ber li ser dosyayê biryara sînordarkirinê heye, sedemê binçavkirinê nehate zanîn.