28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Li Amedê kesê ew nas nekir tune bû’

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan di bîranîna belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê Yilmaz Yakut (Kalo) de axivî û got: “Ez bawer im kesê wî li Amedê nas neke tune. Me ew gelek zû winda kir. Em ê layiqî têkoşîna wî bin.”

Yilmaz Yakût (Kalo) di salên 1990’î de belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê bû. Apê Mûsa jê re digot “Generalên min ên biçûk”. Kalo piştî îşkenceyên giran gelek nexweşî pêre çêbûn. Felç derbas kir û bi nexweşiya pençeşêrê ket. Kalo 2 sal berê ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Kalo di salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoy a navçeya Rêzan a Amedê hate bibîranîn.

Malbata Yakût û hevalên wî rojnamevan tev li bîranînê bûn. Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan ê piştî danîna qûrnefîlan a li ser gora Yakût, axaftineke kurt kir, wiha got: “Ez bawer im kes nîne ku li Amedê wî nas neke. Bi salan di Çapemeniya Azad de bi awayekî serkeftî têkoşiya. Me ew gelek zû winda kir. Her tim têkoşîneke bêhempa meşand. Em vê têkoşînê deyndarên wî û hevalên me yên di rêya wî de şehîd ketine ne. Divê em jî vê têkoşînê bi layiqî bi cih bînin.”

Yek ji belavkarên rojnameyê ku Yilmaz Yakut (Kalo) ku di temenekî biçûk de dest bi belavkirina rojnameyê kiribû û Apê Mûsa (Mûsa Anter) weke “Generalên Min ên Biçûk” pênase dikir, du sal berê wefat kir. Kaloyê Çapemeniya Azad ku tevî her cureyên îşkence, zext û sepanên revandinê yên JÎTEM’ê organîze dikirin û Hîzbûlkontra li dar dixist jî tu caran ji têkoşîna xwe paşvegav neavet, di 16’ê çileya sala 2022’yan de ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Di salên 90’î de ku ketina rojnameyan a li Kurdistanê qedexe bû, Kalo di 14 saliya xwe de dest bi belavkirina rojnameyan kir. Gelek caran hate binçavkirin û ji ber êrişên li naverasta kolanan ji mirinê xelas bû. Bi rojnameya Ozgur Gundemê dest bi belavkariyê kir û piştre jî heta salên 2010’î rojnameyên Ozgur Ulke, Yenî Polîtîka, Demokrasî, Ulkede Gundem, Ozgur Bakiş, Yenî Gundem, Yenîden Ozgur Gundem, Welat û Ulkede Ozgur Gundemê kir.