4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşên dewleta tirk daxuyaniyek hevpar dan

33 partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têklidarî êrîşên dewleta tirk, li ber avahiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê bi helwesteke hevpar daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûrî Ciwan Ebdukerîm Siko ve hate xwendin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Ji 12’ê Çileya 2024’an û vir ve artêşa tirk êrişên xwe yên hovane zêde dike û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tesîsên xizmetguzariyê û binesaziyê dike hedef. Balafirên şer bi awayekî hovane cihê enerjiyê bombebaran kirin û piraniya wan, bi taybetî elektrîk, neft, gaz û av têk birin û piraniya wan ji xizmetê derketin û 85 hezar xanî ji ava vexwarinê bê par man. Bajarê Qamişlo û bajarok û gundên girêdayî wê, 120 hezar malbat li gundên Eyn Îsa û Kobanê ji avê bê par man û di encama vê êrîşê de gelek qurbanî çêbûn.

Em rêxistinên siyasî û partiyên ku ev daxuyanî daye, vê êrişa eşkere ya Tirkiyeyê şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî ya ku Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî temsîl dike, ku vê êrişê şermezar bike û Tirkiyeyê berpirsyar bibîne û hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina xelkê li bakurê rojhilatê Sûriyê bigirin. Her wiha em bang li civaka navdewletî dikin ku zêdetir eleqeyekê nîşan bide ji bo destpêkirina rêyeke siyasî ya cidî û bi bandor ku tê de hemû Sûriyeyî û nûnerên wan ên rast tên temsîlkirin, di nav de nûnerên bakurê rojhilatê Sûriyeyê hebin. Bi armanca bidawîkirina krîza Sûriyê û gihandina çareseriyeke siyasî ku tenduristiya Sûriyeyê vedigerîne û sîstemeke demokratîk a nenavendî ava dike.

Em bang li gelê xwe jî dikin ku bi hemû pêkhateyên xwe hevgirtî û domdar bimînin, fedakariyên ku kirine û destketiyên ku bi dest xistine biparêzin. Êrîş ji bilî serketina îradeya azad a gelên me ne tiştekî din e û helwesta xwe diyar bikin û tundiya eşkere şermezar bikin û teqez bikin ku ev êriş îradeya me naşkîne û heta ku em bi ser nekevin em ê paşve neçin.”

Partiyên daxuyanî dan ev in:

Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Keskan a Demokratîk, Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê Sûriye, Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûrî, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Nûkirina Kurdistanê, Sendîkaya Karkerên Kurdistanê, Desteya Neteweyî ya Ereban, Partiya Modernîte û Demokrasiyê ya Sûrî, Partiya Lihevhatina Demokratîk a Kurdên Sûriyê, Tevgera Reformê – Sûrî, Partiya Demokrat a Aşûrî, Partiya Biratiya Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurd ya Roj li Sûriyê, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongra Star, Partiya Muhafezekar, Partiya Têkoşîna Demokratîk, Tevgera Pêşerojê ya Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê -Rojava, Desteya Kordînasyona Neteweyî – Tevgera Guhertina Demokratîk, Partiya Yekitiya Suryaniyan, Partiya Mîtînga Neteweyî ya Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê û Tevgera Çep a Şoreşger li Sûriyê û Partiya Sureya.