8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Derhêner Alidî: Biryara ji bo Kerîmiyan peyamek e

Derhênerê rojhilatî Şahram Alidî der barê kuştina Derhêner Mensûr Kerîmiyan de diyar kir ku her medyakarek ku karê hunerî yan medyayî dike dikare li her deverê karê xwe bi rê ve bibe.

Di encama êrîşên dewleta tirk ên di 26’ê kanûnê ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da. Derhêner Mensûr Kerîmiyan ku ji bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê bû di van êrîşan de jiyana xwe ji dest da. Malbata Kerîmiyan xwest ku cenazeyê wî li bajarê ku lê ji dayîk bûye binax bike lê vê daxwaza malbatê ji aliyê rejîma Îranê ve hat redkirin. Li ser vê yekê cenazeyê Kerîmiyan di 7’ê çileyê de li Silêmaniyê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Der barê kuştina Derhêner Mensûr Kerîmiyan û definkirina wî ya li Silêmaniyê de em bi derhênerê rojhilatî Şahram Alidî re axivîn.

Şahram Alidî, bal kişand ser parastina mafê medyakaran ên navneteweyî û got: “Her medyakarek ku karê hunerî yan medyayî dike dikare li her deverê karê xwe bi rê ve bibe û dema jiyana xwe ji dest bide mafî wî/wê ye ku yan li welatê ku jiyana xwe ji dest daye yan jî cihê ku ji dayik bûye bê definkirin. Ew destûr nedanayîna binaxkirina cenaze û ruhê însanî bi taybet yê dayikek ku li benda cenazeyê kurê xwe ye, binpê kirin. Ev biryar ne biryareke însanî ye.”

Alidî, ji bo destûrnedayîna rejîma Îranê ya definkirina Mensûr Kerîmiyan got, ev biryar bi xwe peyamek e û ev tişt anî ziman: “Biryara astengkirina definkirina şehîd Mensûr Kerîmiyan hem di dilê malbata wî de hem jî di dilê gel de êşek da avakirin. Rejîma Îranê bi vê biryara xwe hunermendan ji rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê zagon û pîvanên xwe de tenê di nav Kurdistanê de di nav hemû cihanê de wek model e dûr bixe û dibêje xebatên xwe li ew cihê ku demokrasî, mafê jin, zarok, ol û neteweyan heye, nemeşînin.”

Derhêner Şahram Alidî her wiha der barê statuya ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistiye kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ew asta rêvebirin û demokrasî tirs xistiye dilê dijmin, lewma destûr nadin cenazeyê hunermend Kerîmiyan vegere rojhilatê Kurdistanê. Rejîm bi vê biryara xwe dibêje heke ku hûn li parçeyek din bibin parçeyek ji vê pergala demokratîk dê termê me jî li cihê ku hûn ji dayik bûne vegere. Vegerandina cenazeyê Kerîmiyan a li Başûr hestên neteweyî, însanî di navbera başûr û rojhilat jî zêde dike. Wek tê zanîn gora Mestûreya Erdelanî jî li Silêmanî ye ev jî her du parçeyan ji aliyê hestewarî de nêzê hev dike. Her wiha rejîm her çiqas bixwaze li bajarê wek Sine ku ji bo kurdan girîng e hestên neteweyî tune bike jî bi vê biryarê ew hestên neteweyî zêdetir dibe.”