11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê qada hewayî ya Rojava were ewlekirin

Ciwanên Kurd xwîna xwe rijandin û welatiyên Ewropî ji teroristên xedar parastin, niha divê dewletên ewropî kurdan ji terorîsteke din ê xedar biparêzin. Ev terosîstê xedar ji DAIŞê xedartir û bêrehmtir e.

Heta mû bi zimanê me ve were emê bibêjin û biqêrin: Divê qada hewayî ya Rojavayê Kurdistanê li balefirên şer were qedexekirin û ev qad were ewlekirin. Divê jiyana Kurdan di bin ewlehiya Neteweyên Yekbûyî de be. Netewên Yekbûyî vê yekê ne ku dilê wan bi kurdan bişewite û bikin, na, divê bi tilama dayîna deynê xwe yê li hember xwîna ciwanên kurd ên ji bo selameta cîhanê bikin. Ciwanên Kurd xwîna xwe rijandin û welatiyên Ewropî ji teroristên xedar parastin, niha divê dewletên ewropî kurdan ji terorîsteke din ê xedar biparêzin. Ev terosîstê xedar ji DAIŞê xedartir û bêrehmtir e. Terorîsteke hêza dewletbûnê bi dest xistiye, destekeke mezin ji dewletên ewropî distîne. Ev dewleta terorist a bi navê Tirkiyê, divê ji aliyê Netewên Yekbûyî, dewletên ewropî û giştiya cîhanê ve were nasîn û li hember wê tedbîr werin stendin. Li ku derê kî kevirekî deyne tirkan, bi hemû derfetn dewletbûnê radibin bombeyan bi ser kurdan de dibarînin û giştiya cîhanê xwe li hember vê bêmafî û li hember vî sûcî bêdeng dihêle. Çima? Gelo çi hevkariya we bi vê dewleta terorist re heye? Gelê Rojava yê li mala xwe rûniştine, çi sûc kirine ku vê zivistanê, vê sarî û seqemê ev dewleta terorîst bombeyan bi ser wan de dibarîne, binesaziya wan xera dike, wan bê av û elektrîk dihêle û çima ti dewletek ji cîhanê nabêje, hey tirko, terorîsto, tu çi dikî, tu çi ji van mirovên bê sûc û bê guneh dixwazî?

Ger hevkariya Netewên Yekbûyî, dewletên ewropî, ingilîstan, Amerîka, Çîn, Rûsya bi vê dewleta terorîst re tine be, çima dengê xwe li hember zilma li ser kurdan dike, dernaxin, na, ger ew jî şirîk bin, wê demê divê ev şirîkatî were eşkerekirin û bi kurdan re li ser dikê nelîzin. Tê him li Rojava bi kurdan re hevalbend bî, ji kurdan parastinê bixwazî, bi dehhezaran ciwanên kurd wê ji bo ewlehiya te canê xwe bidin û him tê ji tirkan re bibêjî fermo li kurdan bide, ez çavên xwe li te digirim. Ev durûtî ye, xayintî û bêbextî ye û nayê qebûlkirin.

Li Amerîkayê van rojan nûçeyên pir xerab ên dilê mirov ji jiyanê û vê cîhanê sar dikin deng vedidin. Ger yek ji van nûçeyan rast be, wê demê, divê giştiya cîhanê rûnê û li halê xwe bigirî, bê cîhan di nav destê çend jirêderketiyan de hatiye çi halî. Di doza Epstein de qala qirêj û gemareke wisa tê kirin ku lingekî wê ji Tirkiyê bi rê dikeve, ger rast be, mirov dikare pir encamên balkêş jê derxîne. Ger revandina zarok û keçên ciwan ên ji Kurdistan û Tirkiyê rast be û ger ev zarok di destên jirêderketiyên Amerîkî û Ewropî de tên bikaranîn rast be û ger kesên tev li vê kerasetê bûne bi rastî kesên ji dewlemendên cîhanê û ji birêvebirên cîhanê bin, niha hîn baştir tê fêhmkirin, bê çima ev dewlet destekeke mezin û domdar didin dewletên terorîst ên wek Tirkiyê û çima piştgiriya miletên mazlûm ên wek kurdan nakin.

Bêguman ev tev li hêviya ronîkirinê ne. Salê bi sedan zarok li van welatên bindest û feqîr tên revandin û nebedîl dibin. Kes nizane ev zarok li ku ne û bi ku ve hatine birin. Hin sazî dibêjin, di erdhejan de li Tirkiyê gelek zarok nebedîl bûne. Ger zarokek tenê jî nebedîl bûbe, dewleta qaşo ji hemwelatiyên xwe berpirsyar e, ji windabûna vê zarokê jî berpirsyar e û gava dernexîne holê bê çi bi serê vê zarokê hatiye, divê ew were darezandin.

Lê gotineke bav û kalên kurdan heye, dibêje: ger dizê malê ji malê be, ew mal xerabe ye. Ger kûçikê malê diziya malê bike ew mal bi ser xwe nayê. Li Kurdistanê jî mixabin kûçikê malê yanî dewleta tirk a qaşo parastina vî miletî giritiye ser milên xwe, destpêkê ew diziya vê malê dike, wê demê ev welat çawa bi ser xwe were. Ev zarokên windabûyî li ku derê ne.

Xuya ye komek eşqiya hatine ev dewlet bi dest xistine û terorîstî ji xwe re kirine huner û ji bo karibin vê serdariya xwe bi rehetî bimeşînin, têkiliyên xwe yên derve, yên bi dewletên din re li ser qirêjî û gemarê ava kirine. Ew hêzên serdest, dewlemend ên qaşo cîhanê bi rê ve dibin, ku di doza Epstein de diyar dibe, bê çendî jirêderketî, çendî pedofîlî, çendî bêvijdan in, li ser qedera gelan xwedîhêz û xwedîgotin in. Bêguman wê dilê wan bi kesî neşewite, ji ber ku dil bi wan re tine ye. Bêguman gava Rojava were bombebarandin, ewê li kêf û rehetiya xwe binêrin. Ewê sûcdarî û hevkariya xwe ya bi dewleta terorîst re bidomînin, ji ber ku dewleta terorîst ji wan re çavkaniyên hişbir, zarokên belengaz û koleyên modern diherikîne. Binêrin, Kurdistan hema hema hatiye valakirin. Herin li kampên penaberan ên Ewropayê binêrin, rê û rêwanî ji kurdan tine ye. Bi sedan şebeke li Tirkiyê ji bo valakirina Kurdistanê kar dikin û ji gelek aliyan fêde dikin. Him ji kurdan pereyekî mezin distînin heta wan digihînin ewropayê, him bi vî awayî dewleta tirk a terorîst Kurdistanê dide valakirin, ku teroristên DAIŞî bîne li şûna wan bi cî bike, him ew kesên diçin ewropayê mal û milkên xwe difiroşin kesên nediyar û him ew kesên tên ewropayê ji Tirkiyê re dovîzan dişînin, ji ber divê alîkariya malbat û xizmên xwe bikin an deynên xwe bidin. Dewleta Tirk bi vî awayî bi kevirekî sê-çar çûkan bi hev re dikuje.

Li Xakurkê û li Metînayê gerîlayên kurd di çarçoveya parastina rewa de yek- du êrîş birin ser çeperên leşkerên dagirker ên faşîst. Ev yek mafê kurdan ê parastina rewa ye. Ji xwe mafê çekdarên kurd heye, erda xwe, welatê xwe ji dagirkeran biparêze û ev maf gerdûnî û mirovî ye.  Hêzeke dagirker hatiye ser axa te, li wir xwe bi cî kiriye, xisarê dide sererd û binerdê te, dewlemendiyên te talan dike, mal û milkê te xera dike, mirovên te dikuje, li hember vê zilmê, mafê te yê parastinê û heta êrîşê sedî sed heye û rewa ye. Tişta gerîlayên kurd kiriye, ev mafê xwe yê parastina rewa bi kar anîne. Di vê çalakiyê de birek leşkerên tirk hatine kuştin. Ger wan gerîlayan ew leşker nekuştibana, wê ew leşker biçûna ser wan gerîlayan û wê wan ew bikuştana. Li şûna gerîla werin kuştin leşker hatine kuştin û vê carê çapemeniya tirk qiyametê radike. Wayy çima leşker hatine kuştin? û radibin qiyametê radikin. Çima? Gava hûn tên û gerîlan dikujin, hûn pir dilxweş in! Çima gava leşkerên we tên kuştin hûn dilxweş nabin? Ma hûn nizanin, gava kesek here kuştinê, dikare bi xwe jî were kuştin. Çima hûn wisa difikirin, ku gerîla wek pezê qurbanê divê tim stûyê xwe bi ber we ve dirêj bike û hûn jî werin jêkin û pê dilxweş bibin? Kî vî mafî dide we? Dewletên desthilatdar ên hûn pişta xwe bi wan germ dikin? Sûcdarên we yên pedofilî yên çeteyên Epsteinê. Trumpê destûr da dewleta terorîst ku Efrînê bidest bixe jî bi vî kesî re wêne kişandiye. Efrîn bi saya Trump îro di bin destê çeteyên tirk de dinale. Darên zeytûnan ên her yek dîrokek e, bi meşîneyên bêbav tên birîn. Ka mirovahî, ka vijdan, ka heq, hiqûq û dadwerî?

Bi kinayî di serî de divê Kurd û ev cîhan tev divê rabe ser lingan û li mafên xwe yên mirovbûnê xwedî derkevin. Divê cîhan ji aliyê çend kes, malbat an dewletên terorîst ve neyê birêvebirin. Divê zagonên mirovî hebin. Divê her dewleta terorîst çi dema dilê wê xwest nikaribe gelekî mazlûm bide ber top, gule û bombeyan.

Ey cîhan, ey mirovahî, ey xweza rabe ser lingan û li nirxên miroviyê xwedî derkeve. Li vê cîhanê hin tişt îro şaş bi rê ve diçin. Terosît bûne dewlet û mazlûm di nav lingan de dipelixin. Ev zilm e, bê mafî ye, divê bi dawî bibe. Destpêkê divê kurd  dawiyekê li vê bînin. Ruhê li Xakurkê, li Metîna, li Zapê bi ser kelehên terorîstan de dimeşin, ruhê rizgarkirina cîhanê ya ji qirêj û gemara Epstein û terorîzma bi navê tirkbûnê û dewleta Tirkiyê ye.