28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ekrem Silêman: Di êrîşên Tirkiyeyê de 2232 gund bê ceyran man

Hevserokê Ofîsa Enerjiyê ya Kantona Cizîrê Ekrem Silêman, têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî îstasyonên ceyran, xaz û petrolê agahî dan û wiha got: “4 îstasyonên enerjiyê bi temamî rûxiyan. Di encama êrîşan de 2 hezar û 232 gund bê ceyran man.”

Di 12’ê Çile de piştî li Zapê 9 leşkerên çawişên pispor hatin kuştin, Tirkiyeyê di heman şevê di bi balafiran Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 73 caran bombe kir. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî êrişên dewleta diyar kir ku ji çend salan ve dewleta tirk şerê qirkirinê li dijî herêmên wan dimeşîne û wiha got: “Ev êriş, li gel dorpêçkirinê û terora ku li ser herêmê û cîhanê tev de gef e û tengavkirina derfetên çareseriyê, rêgezeke qirkirin û wêrankirina herêmê ye, hedefgirtina nirx û exlaqên civaka navneteweyî li erdnîgariya herêmên me ye ku li hember terorê tê dikoşe û hewl dide wê tune bike. Êrişên li ser herêmên me yekitî û serdestiya Sûriyeyê dikin hedef.”

Têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî îstasyonên enerjiyê jî Hevsevrokê Ofîsa Enerjiye ya Kantona Cizîrê Ekren Silêman agahiyên berfireh dan.

4 îstasyonên enerjiyê bi temamî rûxiyan

Ekrem Silêman anî ziman ku Tirkiye li dijî îstasyonên saziyên enerjiye yên wekî xaz, ceyran û petrole yên kantona Cizîrê êrîş pêk anîne û wiha got: “8 êrîş li dijî van îstasyonê enerjiye pêk hatin. 4 îstasyonên gaz, elektîrk û petrole bi temamî rûxiyan. Li dijî îstasyonên Dirbêsiyê, Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê ye. Îstasyona  Dirbêsiyê 2 caran êrîşî wê kirin. Îstasyona  Qalişlo 3 caran, istasyona Amûdê carekê û Îstasyona Tirbespiyê 2 caran êrîş kirin. Di encama van êrîşan de ev 4 îstasyon bi temamî hatin rûxandin. Ev bajar û gundên wan tev di tariyê de man. Dîsa di encama van êrîşan de 5 îstasyon derketin dervê xismetê.”

2 hezar û 232 gund bê ceyran man

Ekrem Silêman da zanîn ku îstasyonên din ên li dervê xismetê man, Îstasyona Dêrik, Tilkoçer, Tilelo, Girê Fatê û Îstasyona Swêdiyê ye û wiha berdewam kir: “9 bajarên mezin ji xizmeta ceyranê bêpar man. Bajarê Dêrikê, Tirbespî, Girkê Legê, Çilaxa, ji sedî 50 Qamişlo, Dirbêsî, Amûdê, Tilkoçer û Til Hemîs e. Ev bajar ji ber îstasyonên ceyranê hilweşiyan di tariyê de man. 2 hezar û 232 gund di tariyê de man.  Îstasyonên ku darbe xwarin bi giştî 54 darbe xwarin.”

Dixwazin gel koç bikin

Ekrem Silêman anî ziman ku dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze gel koçber bike û wiha lê zêde kir: “Dixwaze koçberiyê zêde bike. Dixwaze Rêveberiya Xweser belav bike û pergalê têk bibe. Naxwaze ev tecrûbeya demokratîk li herêmê belav bibe. Dixwaze pergal û îhtîlalên xwe li ser vê axê têxe meriyete. Polîtîkayên Osmanî dixwaze ji nûve li vir zindî bike. Ev polîtîkayên dewleta tirk ji aliyê her kesî ve zelal bûye.”

Divê partiyên siyasî helwesta xwe nîşan bidin

Ekrem Silêman da zanîn ku ew wekî Rêveberiya xweser gililên xwe li hemû saziyên navdewletî dikin û wiha bi dawî kir: “Me giliyên xwe li dewleta Rûsyayê, hêzên navdewletî kiriye. Dîsa saziyên me yên hiqûqê hene. Wan jî gilî li sazî û rêxistinên eleqeder kirine. Divê li her çar parçeyên kurdistanê partiyên siyasî helwesta xwe diyar bikin û van êrîşan şermezar bikin. Divê li çar aliyê kurdistanê renge xwe diyar bikin û bertekên xwe bînin ziman. Divê dakevin qadan û van êrîşan şermezar bikin. Em dixwazin hemû partiyên siyasî xwedî nerîn û helwestekek bin.”