spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêngava azadiyê global dibe

Pêngava azadiyê di dîroka têkoşîna 25 salan a li dijî hêzên komploger de cara ewil e ku çalakiyên ewqasî girseyî yên ji sazî û rêxistinên cîhanê pêktên pêş dikev in.

Dijberiya li hemberî tercrîdê di asta navxweyî û raya giştî ya navneteweyî de bi beşdariya bi hezaran kesî bi pêşxistina destwerdan, daxuyanî û çalakiyên cihê yên civakî li cîhanê mezintirîn helwesta pêngava ‘ji bo Ocalan azadî’ temsîla xwe ya herî bilind e. Pêngava ‘ji Ocalan re azadî, ji bo pirsgireka kurd çareserî,’ di dîroka têkoşîna 25 salan a li hemberî hêzên komploger ên kapîtalîst, sermayedar de cara ewil e ku çalakiyên ewqasî girseyî yên ji sazî û rêxistinên cîhanê pêktên pêş dikev in. Heta niha pêngaveke ev çendî ku li civaka raya giştî ya cîhanê de deng dayî û bandora xwe çêkirî kêm hatiye dîtin…

Pêwîste her carê em vê rastiyê di serî de bibêjin ku, ji 25’ê adara 2021’ê ve tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin; Ocalan, ev 25 sal in li girava Îmraliyê di hucreya yek kesî de di tecrîdê ye. Pergala girava Îmraliyê, li ser esasê rizandina derûnî, hizrî ya Rêber Ocalan, bi ewayeke bi rêk û pêk ji sala 1999’an ve li hember kesayeta wî politîkayêke teybet a tecrîdê di dewrê de ye.

Pêngava li dinyayê belav dibe

Di asta navneteweyî de berxwedana li dijî tecrîdê, nîşana zextê ya li ser pêkanîna hiqûqa navneteweyî di demên dawî de mezin dibe. Her wiha ji hiqûqa navneteweyî tê daxwazkirin ku êdî bes bibe şirîkê vê bêedaletî û bêexlaqiya hiqûqa navxweyî ya netewe-komara tirk. Hembezkirina pêngavê ya ji hêla enternasyonalîst, saziyên civaka navneteweyî, dost û kesayêtên navdar ve ku di 10’ê cotmehê de li gelek navendên cîhanê ku bi destpêkirina starta çalakiyan di raya giştî ya cihanê de bû rojev, bi tevlibûyîna zindanan a girava birçîbûne re îca pêngav derbasî konaxek nû ya têkoşînê bû. Ji bo  rûxandina dîwarên zilmê yên tecrîdê, divê têkoşîna derve paralelî ya berxwedana zindanan dengê sazî û civaka demokratîk, jin û ciwanan ji her demê zêdetir bilindtir bibe. Zindanan, dengê xwe bi hewldana çalakiya grava biçîbûne bi civaka raya giştî dane hisandin ku ew di van daxwazên xwe de mafdar in… Ji bo zindanan ya giring parastina berjewendiyên neteweyîn e. Pêşxistina vê pêvajoyê di wateya paqişkirina rêya çareseriyê de, firsendeke.

Banga çareseriyê

Beşdarbûna pêngavê ya rewşenbîr û kesayêtên navdar ên cihanî  ku her yek ji wan temsîla çandeke cuda dike, bandora xwe li entelektuel û hunermendên Tirkiyeye kir. Ji kesayetên xwedî wijdan ên ji beşên cuda yên civakê, entelektuel, rewşenbîr, hunermend û nivîskaran dengê çareseriyê bilind dibe. Çirûska pêngava azadiyê ku di 10’ê cotmehê de bi tevlibûna bi hezaran dostên gelê kurd vêketî, niha jî li raya neteweyî ya welatparêziya kurd, bi pêşengiya dayîk, hunermend û siyasetmedaran de bersiva wê ya piratîkê pêk tê.

Beriya bi çend rojeke li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di pêşengiya 564 kesayetên entelektuel, hunermend, nivîskar, wêjenas, dengbêj û wênesazan de bi aşkerekirina danezaneke banga rakirina tecrîdê li hikûmeta tirk kirin. Di vê astê de yekem care ku bi boneya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla rewşenbîrên Tirkiyeyê ve daxuyaniyeke wiha giring tê ragihandin. Di naveroka vê danezana rewşenbîran de bang li raya giştî ya Tirkiyeyê jî tê kirin ku li hemberî zilma li ser zindanan û tecrîdê bê helwest nemînin ku tecrîda Îmraliyê, veguhestine tecrîdek civakî. Ev hêza şanaziyê ye ku xisletên wiha yên entelektuel li dora ‘ronahiya ramyarî’ ya Rêberê Gelê Kurd a Abdullah Ocalan, bi berpirsiyariya erka çareserkirina pirsgirekên heyî bikevin tevger e. Xwedî derketina li berxwedana Îmraliyê, ya bi pêşengiya rewşenbîrên kurd û tirk  de hêjaye ku bi berfirehî nirxandina wê bê kirin. Ev çalakiya watedayîna fikr û berxwedana Rêber Ocalan e, ku mirov bi vê hincete beşdarî pêngava azadiyê bibin.

Kesayetên hunermend û entelektuel di deklarasyona ku aşkere kirine de wiha tê diyar kirin; ‘muxetabe çareserkirina pirsgireka kurd, rêzdar Abdullah Ocalan e’. Bi vê daxuyaniya rewşenbîr û hunermendan re tê payîn ku bêdengiya raya giştî ya Tirkiyeyê, veguhere pêvajoya çalakiyek giştî ya li dijî tecrîda Îmraliyê…

Piştî ku zindanan li hember rejîma zilmê ya Îmraliyê, di 27’ê mijdarê de ala berxwedanê hilda; vê carê jî dengê 564 hunermend, nivîskar, derhêner, lîstikvan, wênesaz, denbêj û akademîsyenan ji bajarê Amed û Stenbolê li dijî tecîdê bilind bû. 564 kesayetan daxuyaniya bi ser navê ‘em bibin dengê aşîtiyê’ ji raya giştî re daxwazên xwe yên pêkanîna çareserî û pêşxistina diyalogê ragihand. Bi beşdariya kesên ku îmzayên xwe danîne bine danezanê li Amedê bi kurdî, li Stenbûlê jî, bi tirkî bang li hikûmetê kirin ku li pêş hevdîtina li gel Rêber Apo, astengiyan çêneke û dev ji politîkayên şer û qirkirina gelê kurd berde. Ev çalakiya ku xisletên entelektuel pê rabûyî li dijî tecrîdê helwestek e û ji bo çareserkirina  qeyranên heyî yên navxweyî jî, derfetek e.

Greva birçîbûnê ya dorveger ku girtiyên siyasî bi daxwaza “ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” ku di 27’ê Mijdarê de dabûne destpêkirin bi tevlibûyîna bi sedan berxwedêr û têkoşerên doza azadiyê dewam dike. Çalakiya greva birçîbûne ku li hemû girtîgehan bi armanca rûxandina rejîma tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike, bi beşdariya zêdetirî sed girtîgihan, 50 roj li paş xwe hişt in.

Pêkanîna daxwazên hevsiyan

Li gorî ku girtiyên siyasî di daxuyaniyên xwe de dibêjin; ‘berxwedana grava birçîbûne her deh rojan careke, bi dewr girtina komên nû dê heta 15’ê sibatê dewam bike.’ Ev biryara berxwedana zindanan, ji bo mezinkirina têkoşînê peyamek e; wateya vê peyamê ya ji bo me bêguman mezinkirina têkoşînê ye. Bersivdayîna herî rast a ku li derve pêk wer e, li hemû bajarên bakurê Kurdistanê pêşxistina çalakiya rûniştine ya nobedeye. Pêwîste em herî zêde li derve bibin dengê berxwedana zindanan û ji bo pêkanîna daxwazên wan xebat bikin.

Di dîroka 46 salan a Tevgera Azadiyê de di her demeke ku zor û zehmetiyên, qayranên siyasî û rêxistinî kûr bûne zindan bi erka berpirsiyariya têkoşînê bar girtine ser mile xwe. Di pêkanîna perbirsiyariyên erkên şoreşê de zindan, tu carî li paş pêvajoyê nemane. Zindana Amedê li hemberî cuntaya eskerî ya 12’ê îlonê ya faşist, li dijî siyaseta înkare, teslîmyet qebûl nekir, bi vêxistina çirûska agirê ewil ê meşaleya Mazlûm Dogan, navê xwe li diwarên kelha berxwedanê nivîsî… Rojiya mirinê (14’ê Tîrmehê) û çalekiya “ÇARAN” li dijî mejiyê mêtêngiha tirk, parastina xwebûna gelê kurd û destpêkirina serhildana şoreşê kir.

Di van çend salên derbasbûyî de netewe komara tirk tu rêbazek ne man ku bi rêya şerê teybet li hember berxwedana zindanan bi kar neanî be. Armanca van êrîşan yek jê ji holê rakirina şêwazê jiyana girtiyên doza azadiyê ye, ku di kefa destê xwe de ruhê wan teslîm bigre û hêza berxwedanê ya zindanan parçe bike. Di hucreyên yekkesî de her rêbazên şerê derûnî, îşkenceya fizîkî û êrîşên bîrdozî, ji bo şikandina rûmeta hevsiyên siyasî xist dewrê…. Li ser dîlên azadiyê şêwazên kirêt û şerê teybet şixulandin. Li ser girtiyên têkoşer zexta poşmaniyê, tu demê kêm ne bûye, girtiyên ku ‘qanûna poşmaniyê’ red dikin înfazên wan şewitandin. Lê tevî hemû zor, zilm û zextên rejîma şerê teybet jî di kiriyarên xwe de bi serneketin, li hemberî pêla zilma dewletê, ruhê berxwedanê yê têkoşerên zindanan, her care bi serkeftin…