18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê Nobeta Edaletê di roja 351’an de berdewam kir

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û înfazê wan hatine şewitandin a Amedê li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) di roja 351’an de berdewam kir.

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazê wan hatine şewitandin ên Amedê, di çarçoveya Nobeta Edaletê de li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) hatin gel hev û di roja 351’an de berdewam kirin. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Lêkolînên Çand û  Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) piştgirî dan malbatên girtiyan.

Di çalakiyê de xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler Încî Guler ku 29 sal in girtî ye Încî Guler axivî û diyar kir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û wiha got: “Saleke me diqede ku ji bo girftiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin em li vir in, em ji bo girtiyan azadiyê dixwazin. Lê mixabin li welatê ku em lê dijîn, ne maf ne hiqûq ne jî edalet heye. Îro di girtîgehan de gelek girtiyên nexweş ên pençeşêrê hene. Partiyên siyasî soz didin me dibêjin em ê bînin rojevê lê mixabin ew jî tiştek nakin. Em li vir bang li serokkomar dikin ku beriya niha qala pêvajoya aşitiyê dikir dikin. Îro çibûye ku bi çavê neyartiyê li zarokên me tê nihêrtin.”

Di berdewama axaftina xwe de Încî Guler, destnîşan kir ku 30 sal e neyartî li zarokên wan tê kirin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em dibêjin bila neyartî tune be. Edalet û Hiqûq çi be wan bi kar bînin. Em vêya ji Saziya Tipa Edlî (ATK) re dibêjin. Rastî çi be rastiyê bidin, bi çavê neyartiyê li zarokên me dinihêrin. Heq û hiqûq çibe wî bikin. Nexweşên pençeşêrê û yên ku ji xwe ve diçin li derva bin dê çi bikin?”

Çalekî bi diruşmeyên “heq hiqûq edalet” û “bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.