20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildanên Rojhilat ketin roja 47’an

Tevî zext û êrişên hêzên Îranê jî xwepêşandan û çalakiyên li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê di hefteya heftemîn de de berdewam kirin.

Serhildan û çalakiyên ku ji ber kuştina jina ciwan a kurd Jîna Emînî li rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kiribûn, di hefteya heftemîn de berdewam kirin. Tevî bikaranîna hêza zor jî çalakî û xwepêşandanên ketin roja 47’an.

Di çerçoveya xwepêşandanan de çalakgeran li bajarên cuda yên Îranê êrişî navend û baregehên Besîc kirin. Xwepêşandanên xwendekarên li bajarê Sine jî berdewam bûn. Li piraniya zanîngehan bajarê Sine, xwendekar li hev civiyan û xwepêşandanan li dar xistin. Li bajarê Merîwanê jî bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” xwepêşandan û çalakî berdewam kirin.

Her wiha li zanîngeha Azadî ya Kirmanşanê jî grev û çalakiyên xwendevanan dest pê kir. Di çalakî û xwepêşandanê de bi dengê çepikan diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dengek bilind hat berzkirin. Welatiyê bi navê Behrûz Heyderî yê 37 salî ku ji başûrê parêzgeha Îlam a rojhilatê Kurdistanê ye, duh di danê sibehê de ji aliyê hêzên hikûmetê ve hat revandin û heta niha çarenûsa wî nayê zanîn.

Li gel xwepêşandanên li bajarên rojhilatê Kurdistanê, li bajarên Îranê jî bi taybet xwendevan bi diruşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Mirin ji bo diktator’ xwepêşandanan domandin. Li hinek taxên bajarê Tehran û Kerecê jî ciwanan bi diruşmeyên li dijî desthilatdariyê li ser rê agir pêxistin û rêyan girtin.

Li zanîngehên Tehranê yên Beheştî, Emîr Kabîr, Pîşesazîya Şerîf, Zehra, Xwarezmî, Şaxên Rojhilat û Bakurê Zanîngeha Azadî ya Tehranê û her wiha li zanîngehên Tewrêz, Amul, Kirmaşan, Esfehan, Yezd û Meşhedê jî xwepêşandan û çalakiyên xwendevanan berdewam kirin.