9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûldan: Nikarin pêşiya çapemeniya azad bigirin

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan serdana MA û JINNEWS’ê kir û diyar kir ku heta çapemeniya azad hebe nikarin rê li ber rastiya bigirin.

Hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, ji bona rojnamegerên ku di 25’ê cotmehê de hatin binçavkirin û di 29’ê cotmehê de hatibûn girtin serdana piştevaniyê li Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS’ê kir. Serokwekîlê koma HDP’ê Sarûhan Olûç jî bi Bûldan re tev li serdanê bû. Rojnameger Huseyîn Aykol û nûçegîhanên MA û JINNEWS’ê Bûldan pêşwazî kirin.

Hevserok Pervîn Bûldan, diyar kir ku rojnameger bi armanca ku serê xwe bitewînin di bin îşkenceya polîsan de hatin binçavkirin û bal kişand ser “Qanûna Sansurê” ya li Meclisê hat derxistin û wiha got: “Em dizanin ku hem Qanûna Sansurê hem jî girtina rojnamegeran li Tirkiyeyê bi armanca veşartina rastiyê, astengkirina rastiyan û ji bona ev rastî negihîjin ber destê gel ev derdixînin. Ger li welatekî rojnameger bên girtin, li welatekî ‘Qanûna Sansurê’ derbikeve, bizanin ku li wî welatî nelirêtî û bêedaletiyeke mezin heye û wê her berdewam be. Girtina rojnamegeran û derxistina qanûna sansurê ji bo ku di dema pêş de hikûmeta AKP-MHP’ê nelirêtî û bêhiqûqiya ku wê berdewam bike dide nîşandan. Hevalên me yên rojnameger rojnamegerên ku ji bona rastiya bigihînin gel nûçeyan çêdikin. Çi girtin û çi jî ‘Qanûna Sansûrê’ hebe jî heta ku li vî welatî Çapemeniya Azad hebe, tu astengî wê nikaribe rê li ber rastiya gel bigire.”

‘Divê rojnameger demildest bên berdan’

Bûldan, xwest ku xebatkarên çapemeniya azad bên berdan û ev bang kir:  “Demokratîkbûna welat, baweriya welat a bi hiqûqê û aştiya civakî ya welat dema ku girtîgeh bên valakirin pêk tê. Di zindanan her wekî bi dehan rojnamger hebin jî, di vî welatî de bi hezaran kesên ku azadiyê diparêzinm jî hene. Em daxwaz dikin ku demildest kesên bi neheqî û bêhiqûqî girtî ne, bi taybetî rojnamegerên girtî bên berdan. Em silavên xwe ji 9 hevalên xwe yên rojnameger re dişînin, rêhevalên wan ên li pişt wan wê vê kevneşopiyê bidomînin. Em ji MA û JINNEWS re daxwazên derbasbûyînê dişînin.”

Dewlet encamê dest naxîne

Rojnameger-Nivîskar Huseyîn Aykol, destnîşan kir ku 40 rojnameger di girtîgehê de ne û darizandina 160 rojnamegeran hê jî didome û ev tişt got: “Bi tevahî 200 hevalên me di bin zexta dewletê de ne. Kesên ku her kêliyê wê bikevin girtîgehê hene û niha di girtîgehê de ne. Tevî van jî 33 sal in em rojnameyên xwe, ajans û televîzyonên xwe diweşînin. Tişta ku em matmayî man ev e; aqilê dewletê bi salane heman tiştan dike, hevalên me bombe dike û dişîne zindanan. Em dîsa derdikevin û karê xwe didomînin. Dewlet dixwaze encamên cuda bi dest bixe, lê nikare bi dest bixe.”