6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Stêrk di şevreşan de dizên

Stêrk di şevan de geş dibin. Dema ronahî nebe û şevreş kurkê tarîtiyê li esmana dike weke hêviya ronahiyê li ezmanan dibiriqin. Şev û tarîtî asteng in, qeyd û bend in. Esaret û dîlgirtina şert û mercên azadiyê ne. Ji ber vê yekê şev çiqasî tarî be, çiqasî zilm be, stêrk ewqas zêde geş dibe. Ew evîndarên roj û ronahiyê ne û heta roj dernekeve ew weke hêviyekê li ezmanan geş dibiriqin. Dema roj derdikeve ew bi şewqa rojê bi ronahiyê re dibin hêza azadiyê.

Wê şevê jî wisa bû. Ew du hefte bû ewrên reş û tarî li ser roj û ronahiyan digeriyan. Welat dibin şevên tarî de dinaliya. Ji bo welatê stêrkan qederek hatibû nivîsîn û dixwestin ew bi qedera xwe razî bin û stêrk di nava tariyê de xerq bibin. Xwediyên şevreşan digotin; ma dîroka welatê stêrkan kengê ji vê qederê qut bûye û divê jê qut nebe. Heta dinya ava bibe dê wisa be. Dê qederek din ji wan re nebe. Lê dengê stêrkan ji nava dil û cegerên tarîtiyê bilindibû û digot; hûn nikarin roja me vemirînin. Deh rojbûn ku li seranserî welatê stêrkan ev peyv weke bablîsokekê digeriya û li ezmanan dibû birûsk û dipijîqî.

Wê şevê jî wisa bû, weke helbestvanan gotiye, zindan parçeyek ji şevê bûn. Ew bi destên xwediyên şevê hatibûn çêkirin û bi hunera zilmê hatibûn avakirin. Li wê derê berbang û şefeq tune bûn. Ezman çar goşe, dîwar çargoşe, erd çargoşe, derî û şibake ji çargoşeyeke reş bûn. Tarî û zilm dibûn perdeyeke reş û dixwest roj û stêrk qet negihêjin hev. Bes stêrk parçeyek ji rojêbûn û diviyabû heta negihêje rojê bi coş bibiriqin.

Wê şevê jî wisa bû. Li ser welatê rojê, li  ser warê stêrkan, xwedayên şevê kom bibûn û digotin; vê carê, heke vê carê em rojê vemirînin dê heta hetayê erd û ezman bibin yên me. Dê welatê roj û ronahiyê tenê ji xeyalekê pêk bê. Bes stêrk ne xeyal bûn û eşqa rojê ne peyveke vala bû.

Wê şevê jî wisa bû. Hindî şevê xwe tarî û giran dikir, stêrkan jî ewqas xwe geş dikir. Weke cenga tarîtî û ronahiyê bû. Di şerê hebûn û nebûnê de eman nedidane hev. Şev her ku diçû tarî û reş dibû, stêrk her ku diçû geş dibû.

Wê şevê jî wisa bû. Du stêrk ji êvarê de dibiriqîn. Dema rengê şevê diyarbû wan qewl dane hev û digotin; bila ji bilî govenda stêrkan her tişt bisekine. Îşev dê li ser eşqa rojê û stêrkan govend hebe. Tilîlî, stran û ahenga eşqê tenê dê ji agir be. Dê îşev agirê stêrkan hemû û tarî û şevreş bêne şewitandin. Agir xêliya li ser stêrkan e û bi eşqa rojê dikele. Divê ew agir bê dadan.

Wê şevê jî wisa bû. Du stêrk di govendê de bûn û hemû stêrk vedixwendin govendê. Digotin; bila tu stêrk nemînin û hemû bêne govenda stêrkan. Da ku roj li ser govenda stêrkan derkeve û bilind bibe. Wê şevê du stêrkên navên xwe ji welat û rojê digirtin. Yek li serê govendê û ya din li binê govendê destmal dihejand. Navê yekê KURDÊ û ya din jî RO TÎN DA bû.  Di nava şeva herî tarî de govend bi agirê herî pîroz geş kir û gotin; Hûn Nikarin Roja Me Vemirînin.

Wê şevê, ew peyv bi qêrîna wan bû stran û bû wesyetek da ku stêrk bi wê stranê wan bişopîne. Ji bo şopandina wan têkçûna şevê ye. Şopandina stêrkan wateya venemirandina rojê ye. Îro jî stêrk weke çemekî ji stêrkan pêl bi pêl hevdû dişopînin da ku tu kes ‘Nikare Roja Me Vemirîne’. Soz, peyam û qewla azadiyê mîras û emaneta wan e.