21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê sibê Fûara Pirtûkan dest pê dike

Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê ku ji aliyê DTSO û Fûarvaniya Eylulê ve dê di navbera 16-24'ê kanûnê de li Amedê bê lidarxistin, sibê dest pê dike.

Bi pêşengiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Fûarvaniya Eylulê dê di navbera 16 û 24’ê kanûnê de “Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê” bê lidarxistin. Fûara ku piştî 4 salan dîsa tê organîzekirin dê 9 rojan bidome û gelek weşanxaneyên kurdî jî tê de cih bigirin. Fûar, dê li Navenda Kongre û Fûarê ya Mezopotamyayê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê bê lidarxistin. Tê payîn ku nêzî 200 weşanxane tev li bibin, gotûbej û rojên îmzeyê bên lidarxistin.

Endamê Lijneya Rêveberiyê û Serokê Çapemenî û Weşandinê yê DTSO’yê Farûk Korkmaz têkildarî fûara pirtûkan ji nûçegihanê ajansa Mezopotamya Bazîd Evren re axivî.

Nêzî 300 nivîskar tev lê dibin

Korkmaz, diyar kir ku ji ber pandemî, erdhej û krîza aborî fûara pirtûkan 4 salan nehatiye kirin û li ser daxwazeke zêde weke DTSO’yê biryar dane ku fûarê li dar bixin. Korkmaz, destnîşan kir ku qada fûarê tije bûye, nêzî 200 weşanxaneyan serlêdan kirine û wiha got: “Nêzî 300 nivîskar, helbestvan, wênesaz û rewşenbîr dê tev li fûarê bibin. Fûar ne tenê fûara Amedê lê fûara nêzî 10 bajarên herêma me ne. Em li bendê ne ku nêzî 600 hezar ziyaretvan bibin. Dê di 16’ê kanûnê de dest pê bike û di 24’ê kanûnê biqede.”

‘Dê 80 çalakî bên lidarxistin’

Korkmaz, da zanîn ku dê di fuarê de 80 çalakiyan li dar bixin û axaftina xwe wiha qedand: “Me bûlten û reklamên xwe bi zaraveyên kurmancî û dimilî yên kurdî û bi zimanê tirkî amade kirine. Dê nivîskar û weşanxaneyên kurd û kurdî bi xwendevanên xwe re bên cem hev. Dê mêvanê rûmetê nivîskar Mûrathan Mungan di tevahiya fuarê de li Amedê be. Li qada fuarê stand hatine danîn. Hin weşanxaneyan weşanên xwe anîne qada fûarê. Amadekariyên me temam in û dixwazin tevahiya gelê me li fûarê bê cem hev.”