30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk gundên Biradostê topbaran dike

Li gorî nûçeyeke lezgîn a ku ajansa Rojnews’ê parvekiriye, Artêşa tirk gundên Robê, Riwal, Taristan û Kemkora yên girêdayî Herêma Biradostê yên başûrê Kurdistanê topbaran dike

Li gorî Rojnewsê artêşa tirk  gundên Robê, Riwal, Taristan û Kemkora yên girêdayî Herêma Biradostê, ji danê siharê ve topbaran dike. Nehat zanîn artêşa tirk ji kîjan baregehên xwe yên di nav xaka Başûrê Kurdistanê de gundan topbaran dike.

Derbarê ziyanan de ti agahî nehatin bidest xistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 12’ê kanûnê de leşkerên Artêşa tirk ketibûn nava gundên Biradost yên Bermîze û Hêşme, nedihiştin xelk biçin nav gundên xwe û welatî ji aliyê leşkeran ve li ber lêpirsînê re dihatin derbaskirin.