21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê li dijî navendeke polîsan êrîşa çekdarî

Li bajarê Rask ê eyaleta Belûçistan a Îranê, danê sibê, komeke çekdar êrîşî navenda polîsan kirin. Li gorî agahiyan,di pevçûnê de hejmarek êrîşkar û 11 polîs hatin kuştin

Berdevkê hêzên polîs ên Îranê Seîd Muntezar Mehdî nûçeya êrîşa li ser baregehê piştrast kir û got, di encama wê bûyerê de hejmarek êrîşkar û hêzên polîs hatine kuştin.

Koma Artêşa Edaletê ya Belûç berpirsyariya vê êrîşê girt ser xwe

Di daxuyaniyekê de, grûpa Edaletê ya Belûç berpirsyariya vê êrîşê girte ser xwe û got ku hêzên di saet 02:00’yan de li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya li Başûr Rojhilatê Îranê, çekdarên wan êrişî baregehek polîsan kirine.

Li gorî heman çavkaniyê di encama êrişê de 11 polîs hatine kuştin. Heman çavkaniyê ragihand ku polîsan jî bersiva êrişê dane û çend çekdarek hatine kuştin.

Beriya niha malpera “Hal Waş”ê ragihandibû ku teqînek hovane û şer û pevçûnên dijwar li navenda hêzên polîs li bajarê Rask li parêzgeha Belûçistan a Îranê hatiye bihîstin.

Li gorî vê raporê, balafirên keşfê yên leşkerî li ezmanê bajarê Raskê wêne kişandin û firiyan. Li gorî vê raporê, piştî êrîşa ser navenda hêzên polîs zêdetirî 5 demjimêran dengên çekan berdewam kiriye.

Malpera Hal Wash li ser zimanê jêderên xwecihî got: “Atmosfera Raskê pir ewlekarî ye û hêzên leşkerî li deverên curbicur ên bajar û girên derdora wê belav bûne.” Gihîştina înternetê jî pir qels bûye.

Li gorî vê raporê, piştî sê demjimêran ji destpêkirina şer û pevçûnên dijwar, êrişî hêzên alîkar ên şandina navenda polîs jî kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di di 8’ê meha temûzê de li Zahedanê li dijî navenda polîsan êrîşek pêk hat û grûpa “Artêşa Edaletê” berpirsiyariya vê bûyerê girtibû ser xwe. Di daxuyaniyekê de, Artêşa Dadweriyê ev navend weke “yek ji navendên sereke yên bibandor di komkujiya Îniya bixwîn a Zahedanê de” bi nav kir.