11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Prz. Marcelli: Divê CPT ji bo Ocalan helwesteke bibîryar bide xuyakirin

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin 33 meh in agahî jê nayên girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzerên Ocalan ên fikarên wan zêde bûne bi hinceta “cezayên dîsiplînê” tên astengkirin.

Kampanyaya li cîhanê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, çareserkirina pirsgirêka kurd û rakirina tecrîdê hatiye destpêkirin didome. Girtiyên siyasî yên li 106 girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, bi daxwaza “Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ra azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî” di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Her wiha li Amed, Mêrsîn, Wan, Edene û Stenbolê çalakiyên Nobetên Edaletê hatin destpêkirin.

Hevserokê Navenda Lêkolînên li ser Demokrasiyê (CRED) parêzer Fabio Marcelli ku serokê berê yê Enstîtuya Lêkolînên Hiqûqî ya Navnetewî ya Konseya Lêkolînên Netewî ya li Îtalyayê bû jî yek ji wan kesên ku li dijî tecrîda li Îmraliyê derdikeve ye.

Marcellİ, tiştên li Îmraliyê diqewimin û kampanyaya bi daxwaza azadiyê li qada navnetewî hatiye destpêkirin ji nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Stêrk Sutcu re nirxandin.

‘Çareserî bi azadiya Ocalan re têkildar e’

Marcelli, destnîşan kir ku daxwaza girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de daxwazeke rewa ye û wiha got: “Helbeta çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd bi azadiya Rêberê Gelê Kurd ê dîrokî Abdullah Ocalan re têkildar e. Li Tirkiyeyê di girtîgehan de gelek çalakiyên grevên birçîbûnê hatin kirin. Hin mînakên din jî yên vê kevneşopiyê hene. Mînak li Îrlandaya Bakûr jî çêbûn. Lê li Tirkiyeyê hêj ev çalakiyên greva birçîbûnê berdewam dikin. Ev rewş nîşan dide ku rewş çiqas xedar e û hêj jî çareseriyeke siyasî pêk nehatiye.”

Marcelli, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me di hilbijartinên dawî de dît ku ji sedî 50 gelê Tirkiyeyê alîgiriya Erdogan kirin û ji sedî 50 jî li dijî Erdogan deng bikaranîn. Ev rewşa parçebûnê rewşeke gelekî xetere ye. Ev rewşa parçebûnê rê li ber pirsgirêkên civakî û siyasî vedike. Ji ber wê yekê qebûlkirina daxwaza girtiyan dê di heman demê de ji pirsgirêkên kûr re bibe çareserî û dijberiyê jî di astekê de ji holê rake.”

‘Divê ji bo çareseriyê ji Ocalan re derfet ava bibin’

Marcelli, bal kişand ku rakirina tecrîdê û çareseriya pirsgirêka kurd têkildarî hev in û wiha domand: “Di navbera azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd de têkiliyeke xurt heye. Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd û partiya wan ji bo Tirkiyeyê jî çavkaniya çareseriyê ye. Divê ji bo aramî û hizûra Tirkiyeyê ji vê çavkaniyê re derfet werin afirandin.”

‘Rewşa li Îmraliyê binpêkirina hiqûqî ye’

Marcelli, anî ziman ku li Îmraliyê rêgezên bingehîn ên hiqûqê hatine binpêkirin û bi bîr xist ku ev rewş ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve jî gelek caran hatiye ziman. Marcellî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hikumeta tirk, hewl dide Ocalan ji civake îzole bike. Lê ev hilbijartina Tirkiyeyê hilbijartineke xelet e. Ji ber ku derfet bên dayîn ku Ocalan bi civaka Tirkiyeyê û gelê kurd re di têkiliyê de be, ev tê wê wateyê ku ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd xwedî zêdetir şensî ye.”

Marcelli, bal kişand ku li Îmraliyê di bin navê “têkoşîna bi terorê re” rewşeke îstîsnaî hatiye avakirin û bi vî awayî nêzîkî Abdullah Ocalan dibin û got: “Ev xeletiyeke bingehîn e. Ji ber ku divê Ocalan ne bi kategoriyeke weke ‘terorîst’ ji aliyê siyasî ve were nirxandin.”

‘Nêrînên Ocalan gelekî hêja ne’

Marcelli, bi lêv kir ku tevî hemû sînordarkirinan Abdullah Ocalan di nava hewldana aştiyê de ye û vê rewşê “pîroz dike” û ev tişt gotin: “Ocalan 24 sal in li giravê û di bin tecrîda mutleq de tê ragirtin. Ocalan tevî vê gelek pirtûk nivîsandin. Min hinek pirtûkên ku Ocalan nivîsandine xwendin. Min di pirtûka xwe ya dawî ya hiqûqa navnetewî de jî cih daye. Ez difikirim ku ev tevkariya entellektuel a Ocalan gelek girîng e. Ev tevkariya Ocalan tevî hemû sînordarkirinan gelekî girîng e.”

Marcelli, diyar kir ku Rêberê PKK’ê Ocalan tenê ronî nedaye pirsgirêkên heyî yên civaka Tirkiyeyê û wiha got: “Tevkariyê li pirsgirêkên giştî dike. Tevkariyê li mafên jinan, parastina hawîrdorê, pirsgirêka şer a em niha pê re rû bir û ne, mafê tayînkirina qedera xwe ya gelan, pirsgirêka bi hev re jiyînê ya mirovên xwedî bawerî, ol û netewên cuda jî dike. Ez difikirim ku fikrên Ocalan gelekî hêja ne û divê belavî li her derê bibin.”

‘Divê CPT daxuyaniyekê bide’

Marcelli, li dijî tecrîda mutleq a li Îmraliyê ev bang li saziyên navnetewî kir: “Divê tev tecrîda mutleq ji holê bê rakirin. Ev jî bi taybetî girêdayî rewşa li Îmraliyê ye. Divê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê jî bi helwesteke bibîryar têkildarÎ rewşa Ocalan daxuyaniyê bide. Em hêj nizanin ka dijî an na jî. Û piştrastkirineke fermî jî tune ye.”