17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Awustralyayê ji bo mafên gelê Aborîjîn dê referandûmek pêk bê

Senatoya Awustralyayê ji bo ku mafên gelê Aborîjîn di Makeqanûnê de were naskirin, rê li ber referandûmeke dîrokî vekir.

Di parlementoyê de ji bo ‘deng’ê Aborîjînan (miletên resen yên ku berî Ewropiyan li Awustralyayê dijiyan) were bihîstin dengdan hate kirin. Di dengdanê de 52 dengên erê û 19 dengên na hate dayîn.

Bi vê qanûnê re wê Serokwezîr Anthony Albanese ji bo revîzekirina Makeqanûnê dîrokekê diyar bike. Wê hikumeta Albanese derfetê bi dest bixe ku bikaribe bêedaletiya li hemberî gelên Aborîjînan telafî bike. Wezîra Gelên Xwecihî yên Avustralyayê Lînda Bûrney a ku ew jî rêveberekî Aborîjîn e, diyar kir ku referandûm wê ji bo welat gelekî girîng e.

Ger ev pêşnûma were qebûlkirin, Aborîjînên Awustralyayê yên ku herî kêm 60 hezar sal in li ser vê axê dijîn wê cara yekemîn di Makeqanûnê de werin naskirin.

Hêjayî gotinê ye ku li Awustralyayê 25 milyon kes hene û nêzî 900 hezar kes jî Aborîjîn in wê bi rêya saziyeke şêwirmend werin temsîlkirin. Di nav Aborîjînan de jî fikrên cuda hene. Senatora serbixwe Lîdîa Thorpe jî diyar kir armanca vî tiştî ev e ku ‘şêwirmendiyeke qels were avakirin.’ Thorpe got: “Mesele ev e, dixwazin hesta sûcdariyê ya çermspîyan kêm bikin.”