3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

​​​​​ Mazlûm Dînç: Mafê dadgeha tirk nîn e ceza bide

Parêzer û wasiyê (wekîl) Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç da zanîn ku li gorî yasayên Tirkiyeyê jî dadgehek nikare bi vî rengî ceza bide lê ji ber ku saziyên navneteweyî yên têkildar bersiva serlêdanan nadin, Tirkiye bi rihetî binpêkirina didomîne. Dînç got pêwîst e biryara NY`yê bê bicihanîn.

​​Parêzer û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan ku 27 meh e tu agahî jê nayê girtin, qedexeya hevdîtinan û cezayê dîsiplînê de ji ANHA’yê re axivî.

Parêzer Dinç bi bîr xist ku dewleta tirk di mijara Îmraliyê de qanûnên xwe û qanûnên navneteweyî yên ku qebûl kirine jî binpê dike û ev yek wiha rave kir: “Di qanûnên Tirkiyeyê de kesekî ku di zindanê de be, mafê wî heye ku hefteyê carekê bi malbatê re hevdîtinê bike. Dîsa bi parêzerên xwe re bê sînor dikarin hevdîtin bikin. Di peymanên navneteweyî de jî wekî Konseya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî yê Mafên Mirovan ev maf hatine naskirin, dewleta Tirk jî ev peyman îmze kirine. Bi Destûrên Mandella re kesên di zindanê de mafên wan hatine pênasekirin. Di vir de jî ev mafê em dibêjin berfirehtir hatine naskirin. Lê belê li zindana Îmraliyê ev 25 sal in birêz Ocalan di bin tecrîta girankirî de ye. Ji roja yekem heta niha gelek mafên wî hatine sînordarkirin. Heya 2011`an di hefteyê de rojekê tenê saetekê hevdîtina parêzeran çêdibû. Ev jî derveyî qanûnên dewleta Tirkiyeyê bû. Heya 2014`an hevdîtinên malbatê dihatin astengkirin. Piştî 2014`an êdî bi tevahî hat birîn. Di nav 10 salên dawîn de 5 hevdîtinên malbatê û 5 hevdîtinên parêzeran çêbûne. Ev jî nayê wê wateyê ku qedexe tine ye. Ev 10 sal in li Îmraliyê tecrîda mutleq heye. Hemû kenalên têkiliyan li Îmraliyê hatine birîn. Em nikarin tu agahiyê ji bi birêz Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê werbigirin.”

Qedexeya hevdîtinê ne qanûnî ye

Dînç da zanîn ku biryara birîna “cezayê dîsiplînê” û qedexeya hevdîtinan biryareke siyasî ye, bi tu awayî ne hiqûqî ye û ev tişt anî ziman: “Heya sala 2016`an dewleta tirk bi hincetên keştî xirab bûye, rewşa hewayê ne baş e hevdîtin asteng dikirin. Piştî 2016`an li Tirkiyeyê rewşa awarte hate îlankirin, vê carê jî hincetek di bin navê rewşa awarte gotin Dadgeha Bûrsayê ya înfazê biryar standiye ku hevdîtinên parêzer û malbatê qedexe ne û bi riya name û telefonê jî nikarin têkilî deynin. Hinceta cezayê dîsiplînê jî her sê mehan bi wê hincetê hevdîtinên malbatê têne astengkirin. Lê ev ne qanûnî ne û ne li gorî qanûnên Tirkiyeyê ne jî. Rast e dadgehek vê biryarê distîne lê belê li Tirkiyeyê dadgehek ger bikaribe biryarê bistinê pêwîst e di qanûnê de ew qedexe hatibe naskirin. Di qanûnên Tirkiyeyê de qedexeyeke ew qas bêdem, bênavber û dirêj nehatiye naskirin. Ev maf nedaye dadgehê ku karibe qedexeyeke wiha bide. Ji ber wê em dibejin bingeha vê ya hiqûqî tune ye. Ev nêzîkatiyeke siyasî ye. Ev hincetên ku nişan didin tu rewabûna wan tune ye. Ev ne li gorî qanûnên Tirkiye û peymana Mafê Mirovan a Navneteweyî ye.”

12 sal in biryar nedane

Mazlum Dînç destnîşan kir ku li dijî van biryarên qedexe û cezayên dîsiplînê, serlêdanên saziyên navnetweyî çêdibin û got: “Gelek caran serlêdanên me li hember vê bêhiqûqiyê çêbûn. Me serî li dadgehên navneteweyî da. Ji xwe dadgeh hemû di bin bandora desthiladariyê de ne, ji ber wê tu hêviyên me nîn in. Ne mumkun e ku biryareke cuda bidin. Lê dîsa jî em têkoşîna xwe ya hiqûqî di asta sazî û dadgehên navneteweyî de dimeşînin da ku em bikarin vê mijarê bibin dadgeh û saziyên navneteweyî. Ji sala 2011`an ve serlêdana me der barê tecrîd û qedexekirina hevdîtinan de Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê heye. Piştî wê jî gelek serlêdanên me hene lê serlêdana herî kevn sala 2011`an çêbûye. Ev 12 sal in Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biryar nedaye.”

Dewleta tirk qedxeya hevdîtinan nû dike

“Her serê 3 mehan bi awayekî asayî raporan ji CPT`ê re dişînin” bi van gotinan Mazlûm Dînç diyar kir ku heya niha CPT bi erka xwe ranebûye û axaftina xwe wiha domand: “Ger derfet hebe em yek bi yek hevdîtinan bi wan re çêdikin. Li hember vê bêhiqûqiyê em dixwazin xwedî helwest bin. Ji ber ku erka wan e. Mînaka wekî Îmraliyê li tu dewletan tune ye, li dijî vê îşkenceya herî giran divê CPT xwedî helwest be. Dem dem CPT çû girêva Îmraliyê, hin hevdîtin kirin. Di raporên xwe de dibêjin `ev rewşa heyî nayê qebûlkirin, ne li gorî pîvanên mafê mirovan ê navneteweyî ye, divê demildest girtiyên li zindana Îmraliyê bi parêzer û malbatên xwe re bi awayekî asayî û bê sînor bikaribin hevîdtinê bikin`. Ev pêşniyarên wan ji aliyê dewleta tirk ve nayên bicihanîn. Ew cidî nayên girtin. Berevajî vê dewleta tirk bi cezayên dîsiplînê yan jî biryarên qedexekirinê dewam dike. Her sere 3 mehan cezayên dîsiplînê her serê 6 mehan jî biryara qedexekirina hevdîtina parêzeran nû dike.”