spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rojava herêmên dagirkirî sepanên tirkkirinê didomin

Dewleta tirk di sala 2019`an de kantona Girê Spî dagir kir, ji wê rojê vir ve  siyaseta tirkkirinê didomîne. Herî dawî hin zarokên ku baş fêrî zimanê tirkî kirine, xelat kirin.

Dewleta tirk li herêmên dagirkirî materyalên xwe li dibistanan dide xwendin.

Çavkaniyên xwecih ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku “Meclisa Herêmî ya Girê Spî” ya girêdayî dewleta tirk duh 30 zarokên ku baş fêrî zimanê tirkî hatine kirin, xelat kirin.

Dewleta tirk ji dema ku kantona Girê Spî (cotmeha 2019) dagir kiriye ve, li herêmê bi riya vekirina peymangehên perwerdeya zimanê tirkî siyaseta tirkkirinê dimeşîne. Ji bo ku mamoste bikarin li wan peymangehan perwerdeyê bidin, şert e ku bikevin dewreyên perwerdeyê.

Dewleta tirk sala borî jî gotina sirûda nîştimanî ya Tirkiyeyê li dibistanan ferz kiribû, her wiha wêneyên Mustefa Kemal Ataturk (damezirînerê Komara Tirkiyeyê) li dibistanan daliqandibûn.

Li herêmên Cerablus, Ezaz, Serêkaniyê û Efrînê yên di bin dagirkeriya dewleta tirk de jî heman siyaset bi awayekî sîstematîk tê meşandin û zimanê tirkî li dibistanan tê ferzkirin.