3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Awusturyayê Kampanya ‘penaberan li Tirkiyeyê venegerînin’

Hikûmeta Awusturyayê demên dawîn Kurdistanî û mixalifên daxwaza parastina siyasî û penaberiyê dikin red dike û ji wan derdixe derveyê sînorê xwe. Li dijî vê, ATÎK, FEY-KOM, Defend Kurdistan, Asyl in Not, Deserteûrs-und Gefluchtetenberatûng Jûgendrat, Rise-Up Viyana, Komîteya Rojava ya Înnsbrûckê aktîvîstan dest bi kampanyaya berhevkirina îmzeyan kir. Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Andreas Schîeder, Parlamentera Parlamentoya Awusturyaya Katharîna Kûcharowîts, nivîskar û hîndekar Prof. Gerhard Rûîss, derhêner, sernarîst û çêkera fîlman Katharîna Mucksteîn jî piştgiriya kampanyayê dikin. Çendeyê zêdeyê 600î îmze pêşkêşê Parlamentoya Awusturyayê hatin kirin. Tê payîn ku li ser niqaşa derxistina kesan ji nav sînorên xwe ku wê 5’ê Cotmehê bê kirin, meha Çileya Pêşîn biryar bê dayîn.

Derxistina ji nav sînorên xwe û işkence 

Di nivîsara kampanyaya berhevkirina îmzeyan de ku wiha tê gotin: ‘’Li gor Peymana Penaberan a Cenevreyê divê mafê penaberiyê yê kesên ji ber fikira xwe ya siyasî û nasnameya xwe ya qewmî zilm li wan dibe, hebe û  daxwaz tê kirin kes hew li Tirkiyeyê bên vegerandin.

Dewama nivîsara berhevkirina îmzeyan wiha ye:

Hikûmeta Awusturyayê daxwaza penaberiyê ya Kurd û mixalifên ji ber zilm û zexta li Tirkiyeyê li wan dibe direvin û tên, red dike. Derxistina ji nava sînorên xwe, tê wateya heps û êşkenceyê. Ji bo nirxandina hewcedariya bi parastinê li ser bûyeran vekolîn û biryar divên. Di pêkanînê de ji zû ve ye serledanên Kurd û mixalifên din bi awayekê sîstematîk û bi berferehî tên redkirin.’’

Bi Erdogan re nebe hevkar

Binpêkarî û zextên li Tirkiyeyê jî bi bîr hatin xistin û ji Awusturyayê hat xwestin ku bi desthilata Erdogan re hew bibe piştgir û wiha hat gotin:

‘’Bi taybetî ji bo herêmên Kurdan û aktîvîstên Kurd li ser rewşa siyasî û mirovî ya heyî bi awayekê bê rawestin û demildest nirxandina biryara ku Tirkiye ‘welatekê ewle’ ye ji nû ve bê kirin. Awusturya, di polîtîkaya xwe ya bişaftin û şer de bi giştî Kurd û bi taybetî jî berpêyî aktîvîstên siyasî, bi Erdogan re nebe hevkar.’’

Divê şandina tirkiyeyê ya kesan qedexe bibe

Ji bo kampanyaya sekinandina derxistina kesan ji nava sînorên xwe gelek piştgirî hat kirin. Yên nivîsara kampanyayê îmze kir, bang li dewleta Awusturyayê kir ku li gor qanûna parastina penaberan ku di Destûra Bingehîn de ye tev bigere.

Parlamentera Partiya Demokrat a Civakî ya Parlamentoya Awusturyayê Katharîn Kûcharowîts, diyar kir ku parastina Kurd û mixalifên li Tirkiyeyê dibe ku bên girtin, êşkence li wan bibe, şertekê mafên mirovan e û got: ‘’Ji lew ma şandina kesan ber bi Tirkiyeyê ve, divê qedexe bibe. Her wiha divê cardin vekolîn bê kir ku Tirkiye welatekê ewle ya ya na.’’

Parlamenterê Partiya Demokrat a Civakî ya Parlamentoya Ewropayê Andreas Schîeder jî anî ziman ku ew ji geşedanên têkildarê demokrasî, azadî û mafên mirovan ên li Tirkiyeyê bi fikar in û wiha got: ‘’Bi taybetî bandor li ser Kurdan dibe. Ji wê boneyê divê derxistina Kurdan ji Awusturyayê û şandina ber bi Tirkiyeyê ve demildest qedexe bibe.’’

Polîtîkayên Erdogan tên rewakirin

Parlamentera Viyanayê ya Partiya Keskan Berîvan Aslan jî bang li hikûmeta Awusturyayê kir û got: ‘’Bi derxistina ji nava sînorên, hûn polîtîkayê nemirovî yên hikûmeta Erdogan qebûl û rewa dikin.’’

Parlamenterê Viyanayê yê Keskan Nîkolaûs Kûnrath jî diyar kir ku ew piştevanê wan kes û Kurdan e ku cihêkarî û zilm li wan bûye û daxwaza sekinandina derxistina kesan ji nava sînorên xwe, kir.

Serokê Ciwanên Sosyalîst ê Awusturyayê Paûl Stîch got: ‘’Jiyaneke bi rûmet û dûrê zilm û girtina bi kêfî, mafê her kesî ye. Derxistina ji nava sînorên xwe û vegerandina kesan li herêmên ev zilm li wan dibe, nabe ku mirov qebûl bike.’’

Bi Peymana Cenevreyê bike

Derhêner, senarîst û çêkera fîlman a Awusturyayî Katharîn Mucksteîn, da xuyakirin ku divê vegerandina li Tirkiyeyê ya Kurdên zilma siyasî li wan dibe, demildest bê rawestandin û îşaret pê kir ku divê hikûmeta federal a Awusturyayê bi Peymana Penaberan a Cenevreyê û parastina mexdûr û azadiya derbirînê bike.

Rojnamevan, nivîskar Sûsanne Scholl jî ev gotin kirin: ‘’Dîroka Awusturyayê reş û tarî ye û ji lew ma ye ku divê em parastina mafên mirovan bikin. Dûrê mafên mirovan e ku mirov kesan vegerîne li cihên zilm li wan dibe.

Tirkiye ne cihekî ewle ye

Nivîskar, hîndekar Dr. Gerhard Rûîss, ev tişt dan xuyakirin: ‘’Ji xeynê cezayê bidarvekirinê, hêmanên wek zexta sîstematîk li kêmar û mixalifan, girtina bi kêfî, edaleta siyasî, êşkence û sûîkast ku dewleteke otorîter ava dibin hene. Li welatekê ev hemû tişt biqewimin, ji bo mixalifên birevin wê çawa bibe welatekê ewle?’’

Nivîskar û dîroknas Doron Rabînovîcî da zanîn ku îmzekirina Peymana Li Dijî Êşkenceyê ya NY’yê ku Awusturyayê îmze kiriye, bi tenê nayê wateya nekirina êşkenceyê. Divê bi yên li Tirkiyeyê re ku zilmê li mixalifan dikin, bi hevparî tev negere.’’

Rojnamevan, nivîskar Berfîn Marx jî destnîşan kir ku divê mafê parastina penaberan ku di nava Destûra Bingehîn de ye, bê pêkanîn û bang kir ku Awusturya nebe hevkara binpêkirina mafê penaberiya siyasî.

Gelek derdor dibin piştgir

Kes û komên bi kampanyayê re dibin piştgir: Seroka Giştî yê Partiya Civakî ya Demokratîk a Awusturyayê Andreas Babler, Parêzer Clemens Lahner, Midûrê Giştî yê Volkshîlfe û Serokê Desteya Giştî ya Aboriya Civakî ya Awusturyayê Erîch Fennînger, Siyasetzan Dr. Thomas Schmîdînger, Berdevkê Federal ê Sendîkavanên Alternatîf, Kesk û Serbixwe Karîn Stanger, Dapîrên Li Dijî Rastgiriyê, Derhêner Kurdwîn Ayûb, Nivîskar Lena Schîllîng, ji Zanîngeha Grazê Dr. Sarah Knoll, Endamê Konseya Neteweyî PCD’ê Dr. Harald Troch û gelek siyasetmedar, aktîvîst û hunermend.