3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdî di Wîkîferhengê de ket pêşiya tirkî û farisî û bû zimanê 8’emîn

Zimanê Kurdî di Wîkîferhengê de zimanê farisî, tirkî û erebî derbas kir û bû 8'emîn zimanê herî dewlemend ê cîhanê

Li gorî daneyên Wîkîferhengê (Wiktionary) ya beşa ferhengê ya Wikipedia Îngilîziyê, zimanê kurdî bi 918 hezar û 123 peyvan di nav 168 zimanan de di rêza 8’emîn a cîhanê de cih digire.

Kesê ku bi kurdî diaxive dikare peyvan li malpera ku xizmeta belaş dide, zêde bike. Lê belê peyvên ku li malperê têne zêdekirin piştî ku ji hêla 7 çavdêran ve têne vekolandin li ser rûpela fermî ya malperê têne parvekirin.

Zêdehiya peyvên kurdî

Piştî zimanên îngilîzî, fransî, malagasî, çînî, rûsî, yûnanî û almanî, zimanê kurdî di rêza 8’emîn de cih digre û her roj peyvên nû lê tên zêdekirin. Di Wîkîferhengê de 67 hezar û 624 peyvên erebî, 104 hezar û 581 peyvên farisî û 359 hezar û 195 peyvên tirkî hene.

Sê zarav cih nagikirin

Bi lêzêdekirina tenê peyvên ji zaravayên kurmancî û soranî yên kurdî di rêza 8’emîn de cih digire. Lê belê peyvên zaravayên goranî, kirmanckî (zazakî) û lorî yên kurdî cih nagirin.

Li gorî rûpela Wikipedia Îngilîziyê, kurdî tevî hemû zaravayên xwe, bi milyonek û 2 hezar peyv û biwêjan piştî zimanê fînî û koreyî di rêza sêyem a cîhanê de ye.