9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em ê 9’ê Cotmehê ji bo azadiya Ocalan ber bi Gemlikê ve bimeşin

HDK, DBP, TJA, HDP, Partiya Çepên Kesk, Dayikên Aştiyê û rêxistinên sivîl di salvegera Komploya 9’ê Cotmehê de banga rakirina tecrîdê kirin û wiha gotin: “Em ê ji çar hêlan ve ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Azadiya birêz Ocalan; azadiya me hemûyan e, azadiya bindestan e.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Bi boneya 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ku starta wê di 9’ê Cotmeha 1998’an de hatibû dayîn, li Stenbolê daxuyanî tê dayîn. Daxuyanî li avahiya HDP’ê hat dayîn. Nûner û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, hunermend û nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Li eywana ku daxuyanî lê tê dayîn pankarta bi nivîsa, “Heya tecrîd bê şikandin em ê meşa xwe ya azadiyê bidomînin” hat daliqandin.

Daxuyaniya bi sernavê “Heta ku tecrîda Îmraliyê hebe, ew ê pirsgirêka kurd bê çareserî û Tirkiye bê demokrasî bimîne!” ku ji hêla Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek ve hat xwendin wiha ye:

“Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî di 15’ê Sibata 1999’an de dîl hat girtin. Ji 20 salî zêdetir e bi rejîmeke bêhiqûq û taybet li Girava Îmraliyê tê girtin. Bi komploya navnteweyî hate armanckirin ku têkoşîna gelê kurd di serî de têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bê tesfiyekirin. Komplo di roja me de jî hîna bi gelek aliyan ve berdewam dike.

Rojhilata Navîn dixe nava fikaran

Tecrîda girankirî ya Îmraliyê yek ji wan sûcên herî giran ên li dijî mirovahiyê ye û bi bêxeberhiştina mutleq a 31 mehî bûye milekî din ê vê tecrîdê. Nahêlin ku birêz Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne û bi tu awayî xeber jê nayê girtin. Ev tecrîda mitleq  a dermirovî ku dikare wek sekinandina hiqûqê li Îmraliyê bê nirxandin, di serî de gelê kurd, gelên li Rojhilatê Navîn jî dixe nav fikaran. Berdewambûna bêxeberhiştina mutleq her ku diçe vediguhere hêrseke civakî ya mezin.

Tecrîda derhiqûq û dermirovî ku li ser birêz Ocalan tê meşandin, li dijî destûra bingehîn û li dijî peymanên navneteweyî û rêgezên hiqûqê yên gerdûnî ye ku Tirkiyeyê ew îmze kirine. Ev tecrîd bi temamî bi awayekî derhiqûqî, derexlaqî û dermirovî tê meşandin û bûye sedem ku pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn ên herî bingehîn bê çareserî bimînin.

Tecrîda Îmraliyê dibe sedema bêhiqûqiyê

Di gel vê yekê de Rejîma Tecrîdê belavî seranserî Tirkiyeyê bûye, faşîzmê çar aliyên Tirkiyeyê dorpêç kiriye. Civak bê nefes tê hiştin, hêviya pêkvejiyanê ya gelan tê dizîn. Kesên ku birçîbûn û feqîriyê bi ser me de ferz dikin, kesên ku polîtîkayên cudakariyê dimeşînin, kesên ku ji bo rantê li dijî bajar û xwezayê sûcan dikin, dîsan ew kes in ku rejîma tecrîdê dimeşînin. Kesên ku dijminiya gel û bindestan dikin, diyar in û tecrîda Îmraliyê kûr dikin û di neyartiya gel de israr dikin. Em ê bi israr bibêjin! Kesên ku polîtîkayên tecrîdê dimeşînin, ew kes in ku welat mehkûmî zem, çete, mafyayên tiryakê, dijmintiya koçber û penaberan û qetlîama jinan kirine. Lewma tecrîda Îmraliyê dibe sedema her cure bêhiqûqî, kedxwarî, newekhevî û bêedaletiyê.

Ji ber vê yekê dixwazin di şexsê birêz Ocalan de gelên Rojhilata Navîn mehkûmî jiyaneke tecrîdkirî bikin; dixwazin polîtîkayên cudakarî û dijminkariyê bixin nav hemû rehên civakê.

Dixwazin civakê teslîm bigirin

Dîrokê pir bi zelalî nîşan daye ku heta ku tecrîd neyê şikandin û birêz Ocalan neyê azadkirin, ne mimkin e ku gelê kurd azad bibe û bigihîje statûyê û kedxwariya ekonomîk, polîtîk, çandî û dînî li ser gelên Tirkiyeyê rabe. Tecrîda mitleq a Îmraliyê û bêçaresermana pirsgirêka kurd, encama wê daxwaza desthilatdariya AKP-MHP’yê ye ku dixwaze hemû civakê bê şert û merc teslîm bigire. Ji ber vê yekê, her ku tecrîd kûrtir bibe, mafê gelê kurd ê azadiyê û mafê gelên Tirkiyeyê yê demokrasiyê her roj zêdetir tê binpêkirin. Lewra têkoşîna li dijî tecrîdê, di heman demê de têkoşîna gelê kurd a ji bo azadiyê û têkoşîna gelên Tirkiyeyê ya ji bo demokrasiyê ye.

Muxatebê çareseriyê birêz Ocalan e

Têkoşîna li dijî tecrîdê pêwîst e ku bibe têkoşîna bingehîn a her kesî ku dibêje heq, hiqûq, edalet, wekhevî û azadî. Lewma rakirina Pergala Tecrîdê ya Mitleq a Îmraliyê qonaxeke girîng e ji bo siberoja civakê ya demokratîk û ji bo ku têkoşîna aştiyê li Tirkiye û Rojhilata Navîn bibe civakî, ew ê bibe gaveke dîrokî.

Em dikarin bi îradeya xwe ya hevpar ne kedxwarî, koletî û mirinê lê belê wekhevî, edalet û aştiyê pêk bînin. Ji bo ku pirsgirêka kurd li gorî nirxên gerdûnî, siyaseta demokratîk û lihevkirina demokratîk çareser bibe, tenê dema ku gel û bindest midaxeleyî vê rewşê bikin,  helwesta xwe diyar bikin û îradeyê derxin holê, dikare pêk were. Ji bo ku pirsgirêka kurd li gorî van prensîbên ku me diyar kirine, bê çareserkirin, kesê ku çareseriyê bimeşîne, gotûbêjan bike û hêsankariyê bike, birêz Ocalan e. Her du tecrubeyên pêvajoyên çareseriyê yên dawî ev rewş têra xwe baş îsbat kiriye.

Dem dema rakirina tecrîdê ye

Ji bo rizgariya me ya hevpar, ji bo şikandina polîtîkayên tecrîdê û ji bo ku gel aştiyeke birûmet pêk bînin, armanca me ya bingehîn ew e ku azadî û ewlehiya birêz Ocalan pêk were û ji bo ku li ser çareseriyê bixebite, şert û mercên xebatê divê jê re bên çêkirin. Heta ku Rejîma Tecrîdê ya Mitleq a Îmraliyê neyê rakirin, ew ê rewşa pevçûn û şer îro û sibeya me bidize. Ji ber vê çendê, tecrîda ku di şexsê Birêz Ocalan de bi awayê bêxeberhiştina mitleq tê meşandin, ji bo rakirina wê dem dema wê ye ku em bi hemû hêza xwe bikevin nav liv û tevgerê.

Banga ji bo raya giştî

Banga me li wan mirov, derdorên siyasî û partiyan e ku fikarên wan ên hevpar ji bo siberojê hene, banga me li rêxistinên girseyî yên demokratîk, li komele, sendîka, yekîtiyên pîşeyan, saziyên hiqûqê, rêxistinên jin, ciwan û jîngehê, li sazî û dezgehên navneteweyî ye.

Her ku dengê birêz Ocalan digihîje civakê, taristana mirinê cihê xwe dide ronahiya jiyanê. Ev deng dengê daholên şer bêdeng dike, dengê baskên kevokên aştiyê bilind dike. Birêz Ocalan bi perspektîfa xwe ya çareseriyê ya demokratîk polîtîkayên şer û kedxwariyê pûç dike, li dijî sermayeya tekpereset û baronên şer e ku xwe bi xwîn, êş û hêsiran xwedî dikin.

Meşa ber bi Gemlikê ve

Bi vê bawerî û biryardariyê heta ku Tecrîda Îmraliyê bê şikandin, ew ê berê me li Gemlîkê be. Em ê ji her herêmê, ji çar hêlan ve ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Em ê hûrgiliyên vê plansaziyê ji raya giştî ya hêja re parve bikin.

Em dubare dikin! Em ê tu carî nehêlin ku tu kes hêviya gelan a ji bo pêkvejiyan û jiyana azad bidize! Azadiya birêz Ocalan; azadiya me hemûyan e, azadiya bindestan e. Heta ku em vê azadiyê pêk bînin, em ê bê navber têbikoşin. Em vê yekê di serî de ji bo gelê kurd, radigihînin hemû raya giştî ya demokratîk.

HETA KU TECRÎDA ÎMRALIYÊ BÊ ŞIKANDIN, EW Ê BERÊ ME LI GEMLÎKÊ BE, EW Ê MEŞA ME YA AZADIYÊ BÊ NAVBER BIDOME”