9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên windayan û ÎHD li aqûbeta Bîçîmlî pirsîn

Xizmên windayan û ÎHD’ya Amedê di çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” ya vê hefteyê de li aqûbeta Ahmet Bîçîmlî yê ku di binçav de hat windakirin, pirsîn

Xizmên windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 763’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Kesên di çalakiyê de amadebûn wêneyê windayan hildan û pankarta ku wêneyên windayan li ser e jî li erdê vekirin. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD’a Amedê vê heftê li aqûbeta Ahmet Bîçîmlî ê ku di 20’ê Îlonê 1994’an de li navçeya Farqînê ya Amedê di binçavan de hatibû windakirin, pirsîn. Çîroka serpêhatiya winda ji aliyê Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa İHD’ê ya Amedê Bawer Çindemîr ve hat xwendin.

Serpêhatiya winda Hecî Ahmet Bîçîmlî wiha ye:

Ahmet Bîçîmlî yê 55 salî bavê heft zarokan bû. Li gundê Koritê yê girêdayî navçeya Farqîna Amedê dijiya. Di navbera sala 1994’an de bi hevjina xwe û bi jinbira xwe re ji bo biçin Farqînê ji gund derketibûn rê. Di rê de komek Hizbullahçiyên ku rûyên wan bi rûpoş bûn Ahmet Bîçîmlî dan seknandin. Bi kesên ku dixwestin nasnameyên li ser wan binêrin re ket nîqaşê û gefên “divê li xwe baldar be” lê xwarin. Carekê jî dema ew û hevjîna xwe bi hevre ne, wî ji bo nasnameyê dan seknandin. Tim gef li Ahmet Bîçîmlî dihat xwarin.  Bi navbeynkariya gundiyan ji Ahmet Bîçîmlî re peyam dişandin û digotin “bila li vir û li wir di derheqê me de neaxive.”

Endamê Hizbullahê pêşiya wî dibirin

Pênc meh piştî van bûyeran di 20’ê Îlona 1994’an de dîsa dema diçû Farqînê nêzî gundê Heremşeytanê ji aliye Hizbullahçiyan ve pêşiya wî hat birîn. Li gorî vegotinên kesê ku li herêmê şivantî dikir, çavên wî girêdane û bi zorê wî siwarê erebeyeke spî kirine û birine. Şivanê ku wê rojê bûyerê dîtibû piştre vê yekê înkar kir û nexwest şahidî bike.

Malbat tu encam jê nagire

Êvarê ji ber nehat malê malbata wî qilqilîn. Ji nasên xwe yên ku wê rojê çûne Farqînê pirisîn lê agahî negirtin. Hevjîna wî bi kurê xwe re çû Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Farqînê û aqûbeta Ahmet pirisin. Lê ji wir jî agahiyek negirtin. Malbatê agahî da hemû kesî ku Ahmet Bîçîmlî winda bûye û dest bi lêgerînê kirin. Malbat hîn dike ku wê rojê kesekî çavê wî girêdayî dibin gundê ku cihê Hizbullahçiyan bû û navê wî nayê bîra Melîke Bîçîmlîyê. Hin gundiyan gotibû ku heke hinek pere bidin ew dikarin bibin navbeynkar ji bo Ahmet Bîçîmlî xilas bikin. Malbat pereyan amade dike lê ew hewldan jî bê encam dimîne.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bidawî bû.