Li gorî çavkaniyên taybet ji bajarê Serêkaniyê, li kolana Kenais (dêran) û kolana Ehmed Kan û taxa Xerabat çete û komên din bi çekên giran bi hev ketin. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbû, zarokek hate qetilkirin û hin sivîlên din jî birîndar bûn.
Heman çavkanî diyar kir ku hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên her du aliyan gihaşt zêdetirî 10 kesî û ew rakirin nexweşxaneya bajêr. Lê çavkanî hejmara welatiyên di şerê bi çekên giran de birîndar bûne aşkera nekir.
Her wiha heman çavkaniyê got di encama şer û pevçûnan de 5 erebeyên leşkerî hatin rûxandin; di nav de doçkayên 23 ên çeteyên ′Hemzat′ û çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ ne. Ji bo sekinandina şer hêzên dewleta Tirk destwerdan kir.
Xelkê Serêkaniyê gelek caran tînin ziman ku ji ber şerê rojane di navbera çeteyên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê de diqewimin ew di rewşeke tirs û xofê de dijîn.