4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di kongreya MED TUHAD-FED’ê de azadiya Abdullah Ocalan xwestin

MED TUHAD-FED’ê 2’emîn kongreya xwe ya awarte bi dirûşmeya “Bi ruhê raperînê em ê tecrîdê hilweşînin” pêk anî

MED TUHAD-FED’ê 2’emîn kongreya xwe ya awarte li salona Otelek li Sûrê bi beşdariya sedan kesan pêk anî. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA, nûnerên KCD’ê, Endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk, DBP, KESK, ÎHD, OHD, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, MED-DER, MEBYA-DER, xebatkarên çapemeniyê, TMMOB û gelek rêxistinên civakî amade bûn. Li salona kongreyê pankartên “Bi felsefeya Jin Jiyan azadî em ê tecrîdê bişkînin” û “Ji girtiyên nexweş re azadî” vekirin. Li salonê girseyê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” berz kirin.

Kongreyê bi rêzgirtin, hilbijartina dîwanê dest pê kir. Piştî hilbijartinê sînevîzyona li ser kar û xebatên wan hat pêşandan. Piştî sînevîzyonê Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Safiye Akdag axivî. Akdag, anî ziman ku di serî de li Îmraliyê û li hemû girtîgehan tecrîdek giran heye û bi sedan girtiyên nexweş ku divê bên berdan hene. Akdag, da zanîn ku her roj cenaze ji girtîgehan derdikevin û sedema vê yekê tevrîd e. Akdag, bang li hemû kesên aştî, demokrasî û edaletê dixwaze kir û destnîşan kir ku ji bo tecrîd bi dawî bibe û demokrasî û edalet bê Tirkiyeyê divê her kes rol û misyona xwe bilîze. Endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlum Dînç, Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferîd Şenyaşar, Berdevka Partiya Çepên Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar, Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nafîye Yigit, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û li ser navê Dîwanê Hevserokê MED-DER’Ê Rifat Ronî axivîn û hemûyan bal kişand ser tecrîdkirina li Îmraliyê û girtîgehan. Hemuyan di axaftinên xwe de anîn ziman ku li Tirkiyeyê heta tecrîd bi dawî nebe aştî, demokrasî, edalet û mafên mirovan pêş nakeve. Hemûyan destnîşan kirin ku çareserî azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî ye.

Kongreyê bi xwendina raporan û hilbijartinê berdewam kir. Piştî xwendina raporan hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de rêveberî diyar bû. Ji bo hevserokên MED TUHAD-FED’ê Emine Kaya û Kerem Canpolat hatin hilbijartin.