2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gunay: Kongreya Partiya Çepên  Kesk dê bibe kongreya azadiyê

Endama Komîsyona Amadekar a kongreyê Ebrû Gunay, anî ziman ku ew ê vê kongreyê bikin kongreya azadiyê

Partiya Çepên Kesk dê di 15’ê Cotmehê de kongreya xwe pêk bîne. Endama Komîsyona Amadekariya Kongreyê Ebru Gunay, diyar kir ku ev kongre ne tenê kongreya guhertin, veguherîn, ji nû ve biryardayînê ye û wiha got: “Di heman demê de kongreyeke ku em ê ji nû ve bi azadiyê re tacîdar bikin e.”

Endama Komîsyona Amadekariya Kongreyê Ebru Gunay têkildarî kongreyê li avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Kongreya Partiya Çepên Kesk wê bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê” di 15’ê cotmehê li Eywana Werzîşê ya Ataturkê ya Enqereyê pêk bê. Gunay di civînê de da zanîn ev kongre yek ji kongreya krîtîk a dîroka siyasî ya wan e û partiya wan berpirsiyariya guhertina dîrokî hilgirtiye ser xwe. Ebru Gunay, bi lêv kir ku wan ji xwe dest pê kirine û biryara guhertineke radîkal dane û wê bi îradeya deh hezaran kongreya xwe pêk bînin.

Gunay diyar kir ku piştî hilbijartinê 4 meh in li qadan xebatan dimeşînin û wiha axivî: “Di nav xebatên dûdirêj de bêsekin em xebitîn û em gihiştin vê rojê. Di vê pêvajoyê de bi 30 hezar kesan re em hatin ba hev. 10 komxebat pêk hatin û herî dawiyê jî konferansên me yên jinan û ya giştî jî pêk hat. Di van konferansan de nîqaş hatin nirxandin û biryar hatin girtin. Helbet em xebatên Kongeya xwe bi girîngiyeke dîrokî dimeşînin. Ji ber ku gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê bi temamî ji bo veguherînê li qadan in em ê jî xwestekên gelan bibersivînin. Em dixwazin vê pêvajoyê bi gelê xwe re temam bikin. Kongreya me dê 15’ê Cotmehê saet di 10’an de li Eywana Sporê ya Ataturk de pêk were. Kongre dê girseya me, coş û kelecan û biryardariya me nîşan bide. Her kes dê bibîne ku fikriyata Partiya Çepên Kesk li qadan e, li ber xwe dide. Şîara me jî Ji bo Azadiyê Em Digihîjin Hev, Ji bo Azadiyê Destpêkeke Nû ye.”

Gunay, da zanîn ku di vê kongreyê de guhertina tuzuk û rêvebiran jî dê çêbe û wiha bi dawî kir: “Yanî veguhertin dê bi her awayî xwe nîşan bide. Herwiha em ê navê partiyê jî bi biryara gelên xwe biguherînin. Ev kongre ne tenê kongreya guhertin, veguherîn, ji nû ve biryardayînê ye, di heman demê de kongreyeke ku em ê ji nû ve bi azadiyê re tacîdar bikin e. Ez ji vir cardin bangewaziyê dikim; jinên ku dibêjin Jin Jiyan Azadî, ji bo azadiyê em wan dawetî Kongreya xwe ya Mezin dikin. Ciwanên ku ji bo pêşerojê têkoşînê dikin, em wan jî dawetî Komgreya xwe dikin. Ji ber ku Partiya Çepên Kesk bi têkoşîna jinan û bi hêza ciwanan li ser piyan e. Em dîsa temamê gelê xwe dawetî kongreya xwe dikin.”