30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gerok Ma li Geverê zarok kêfxweş kirin

Gerok Ma’yê di çarçoveya şahiya çand û hunerê de li Geverê kargeha zarokan li dar xist. Zarokên beşdarî kargehê bûn strîn û kêf kirin

Li navçeya Gevera Colemêrgê bi pêşengiya Organîzasyona Bihunerî, Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) şahiya çand û hunerî tê lidarxistin. Mêvên ewil ên şahiyê Gerok Ma bû. Şahî bi dirûşma “Vejîn” tên lidarxistin. Gerok Ma li taxa Ormanê ya navçeyê kargeha zarokan li dar xist. Tîma Gerok Ma’yê ewilî kostumên palyaço li xwe kirin û bi strandina strana Zimanê Kurdî û Keleşo li nav kolanên taxê geriyan.

Piştî gera bicoş a li nava taxê, zarok û tîma Gerok Ma derbasî kargehê bûn. Bi sedan zarok beşdarî kargehê bûn û li ser bezên hatin danîn bi boyaxê lîstin. Di şahiyê de zarokan bi awayekî koroyî strana “Serê Ro” strîn.

Bername bi gerandina govendê bi dawî bû.

Bername seranserî rojê wê bi konser, defîleya cilên neteweyî û çalakiyên cihêreng berdewam bike.