6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şaxên ÎHD’ê li aqûbeta windayan pirsin

Şaxên ÎHD'ê yên Riha, Dîlok, Îzmîr, Mêrsîn, Wan, Edene û Şirnexê bi armanca piştevaniya Dayikên/Mirovên Şemiyê li gelek bajaran daxuyanî dan

Şaxên ÎHD’ê yên Riha, Dîlok, Îzmîr, Mêrsîn, Wan, Edene û Şirnexê bi armanca piştevaniya Dayikên/Mirovên Şemiyê li gelek bajaran daxuyanî dan. Nûner û rêveberan vê hefteyê çîroka Huseyîn Morsumbul ê di 12’ê Îlona 1980’yî de li Çewligê hate binçavkirin û windakirin xwendin.

Dayikên Şemiyê bi daxwaza xizmên wan yên di bin çavan de hatine windakirin werin dîtin û faîlên wan werin darizandin her heftê roja şemiyê li Qada Galatasarayê çalakiyê li dar dixin. Lê tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ketina qadê ya Dayik/Mirovên şemiyê tê astengkirin. Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li gelek bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê astengkirina qadê bi daxuyaniyên hevpar ên çapemeniyê şermezar kirin.

Şirnex

Şaxa ÎHD’a Şirnexê jî ji bo piştgiriyê bide Dayikên Şemiyê li navçeya Hezexê li ber avahiya Partiya Çepên Kesk daxuyanî da çapemeniyê. Parlementera Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal Aslan, Xizmên Windayan, Dayikên Aştiye, rêveberên Partiya Çepên Kesk, endamên KESK’ê  tevlî bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên windeyan û pankarta, “Bila wenda bên dîtin faîl bên darizandin” hate vekirin. Vê heftiyê jî aqûbeta Huseyin Morsûmbûl ê ku di binçavan de hate windakirin pirsîn. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Şirnexê Esîn Yilmaz daxuyanî xwendin. Yilmaz, diyar kir ku heta ku faîl hesabê nedin ew ê tekoşînan xwe ya hesabpirsînê bidomînin û got: “Di hefteya 966’an de em  ji bo Huseyîn Morsûmbûl edaletê dixwazin. Em dixwazin gumanbarên ku navên wan di dosyaya dozgeriyê de hatine nivîsandin bi edîlane bên darizandin û cezakirin. Çiqas sal derbas bibin jî em ê ji bo Huseyîn Morsûmbûl û windahiyên xwe tekoşina xwe ya edaletê bidomînin.”

Riha

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê jî di hefteya 966’an a Dayikên/Mirovên Şemiyê de li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Pankarta “Em dest ji lêgerîna windayan, Qada Galatasarayê û daxwaza me ya edaletê bernadin” daliqandin. Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Rihayê Parêzer Nayîde Polat daxuyanî da.

Dîlok

Şaxa ÎHD’ê ya Dîlokê jî têkildarî çalakiya Dayikên Şemiyê li Parka Yeşîlsû daxuyaniyek da çapemeniyê. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Bila kujer bên dîtin û kiryar bên darizandin” vekirin. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê yê Dîlokê Tarik Alpdogan daxuyanî da û aqûbeta Huseyîn Morsûmbûl ê di 18’ê îlona 1980’an de li Çewligê ji mala xwe hat revandin û 43 sal in winda ye pirsî. Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. Şaxên ÎHD’ê yên Wan, Edene, Mêrsîn, Îzmîrê jî bi daxuyaniyeke hevpar astengkirin û binçavkirina Dayikên Şemiyê şermezar kirin.