7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî

Banga “greva giştî” ya ji ber kuştina Jîna Emînî û salvegera serhildana ‘Jin jiyan azadî’ hatibû kirin, li hemû bajarên Rojhilat hate bersivandin. Dikandaran dikanên xwe nevekirin û gel jî neçû ser kar

Banga “greva giştî” ya partiyên kurd û saziyên sivîl ên civakî ya ji ber kuştina Jîna Emînî û salvegera serhildana ‘Jin jiyan azadî’ kiribûn, li hemû bajarên Rojhilat hate pêkanîn. Ji ber greva ku danê sibehê li bajarên Kurdistanê û gelek bajarên Îranê dest pê kir, kolan vala man. Dikandaran dikanên xwe venekirin û gel jî neçû ser kar.

Derdora goristanê hate girtin

Hêzên rejîma Îranê ji bo biranîna li ser gora Emînî û grevê li hemû kolan û cadeyan hêzên xwe bi cih kirin. Bi taybetî jî hêzên rejîmê li hemû kolanên bajarê Seqizê yê girêdayî Eyaleta Kurdistanê ye û gora Emînî lê ye dorpêç kirin, rêyên diçin goristanê jî bi wesayîtên leşkerî hatin girtin. Hate diyarkirin ku her wiha rejîm ji bo ku kes neçe ser Goristana Ayçî yek qepaxên bendava Çiraxê ya di navbera bajar û goristanê de vekirî ye û çemê Seqiz rê girtî ye.

Bajarên Kurdistanê derabe venekirin

Hate diyarkirin ku grev bi taybetî li bajarên Kurdistanê Seqiz, Sine, Dîwander, Merîwan, Bokan, Dehgolan, Bane, Kamyaran, Kirmanşah, Urmiye, Mahabad bi bandor e û derabe nehatine vekirin. Partî û rêxistinên ku kurd jî bang li welatiyan kir ku tev li bîranîna li Goristana Ayçî were lidarxistin.