5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êzidî û ereb ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê, li gel pêkhateyên êzidî û ereb ên Şengalê, bi girseyî meşiyan. Ereb û êzidiyan di meşê de dirûşmeya “Azadiya Rêber Apo, azadiya Şengalê ye” berz kirin û meşiyan

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi beşdariya hemû pêkhateyên xwe yên ji civaka êzidî, ereb meşeke girseyî li dar xist. Ji derveyî pêkhateya êzidî û ereb, serokeşîr, kesayet, nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê jî beşdarê meşê bûn. Girseya gel li ser rêya gundê Xelef a girêdayî Xanesorê kom bû, pankarta bi kurdî û erebî ya “Azadiya Serok Apo, azadiya Şengalê ye” rakirin û heya gundê Barê meşiyan. Di meşê de bi sedan poster û wêneyên Rêber Ocalan hilgirtin.

‘Pergala me ked û hewldana Rêber Ocalan e’

Di meşê de bênavber dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe”, “Bi can bixwîn, em bi terene ey Serok” berzkirin. Girse piştî ku gihîşt gundê Barê, li wir têkildarî armanca meşê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo daxuyanî xwend. Şemo diyar kir ku nûnerên hemû pêkhateyên Şengalê îro beşdarê meşa ji bo azadiya Rêber Apo bûne û wiha got: “Ev sîstema ku li vir hatiye avakirin, di encama ked û hewldaneke mezin a Rêber Apo de çêbûye û hemû pêkhate di nav de cihê xwe digirin. Armanca esasî ya Rêber Ocalan azadiya gelan, bihevre jiyankirin û azadiya jinê ye. Daxwaza me jî heman tişte. Pêwîste em jî fikrên Rêbertî di qada civakî, leşkeri û siyasî de jixwere esas bigirin û li her derê belav bikin.”

‘Azadiya gelan tecrîd dikin’

Nayîf Şemo, di dewama daxuyaniyê de anî ziman ku Ocalan dema dest bi têkoşînê kir, hemû zehmetiyan daye berçavan û wiha lê zêde kir: “Ji ber Rêber Apo daxwaza mafê gelekî dike û xwedî dozeke mezine tecrîdeke giran li ser tê ferzkirin. Ya li hember Rêber Apo tê kirin, ne şexsiye, ji bo astengkirina azadiya gelan vêya dikin.”

‘Divê hemû jin li dijî tecrîda li ser Rêber Apo rabin ser piyan’

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo jî axivî û got: “Ji ber şagirtên Rêber Apo pêşî li şerê DAIŞ’ê girtin û civaka Êzidî ji qirkirinê xilaskirin, tecrîda li ser girantir kirin. Emê weke jinên Êzidî ji bo azadiya Rêbertiya xwe timî di nava têkoşînê de bin. Em weke xelkê Şengalê û bi taybet jî jin komploya li ser Rêbertiyê şermezar dikin û ya li Îmraliyê diqewime bi ti awayî qebûl nakin. Ji bo azadiya Rêbertiyê û şikandina tecrîdê bang li hemû jinan dikin rabin ser piyan.”

‘Jinên Êzidî xwe bi fikrên Rêber Apo rêxistin kiriye’

Şemê Remo di dewama axaftina xwede îşaret bi destkeftiyên jinên Êzidî jî kir û got: “Me weke jinên Êzidî xwe li ser fikrên Rêber Apo rêxistin kiriye. Bi saya fikrên Rêbert Apo di nava civaka me de pêşketinên mezin çêdibin. Di dîrokê de gelek ferman hatine ser gelê me, lê hemû ferman hatine ji bîr kirin. Lê bi saya Rêbertî ev ferman li herdera cîhanê hatiye bihîstin.”

Banga li CPT’yê

Endama rêveberiya TAJÊ Şemo Remo diyar kir heya agahî ji Rêber Ocalan neyê girtin, ewê di nava têkoşînê de bin û bang li CPT’yê kir ku erk û berpirsyariyên xwe bicîh bîne.

‘Ereb azadiya Ocalan dixwazin’
Rêveberê Meclisên Gel ê pêkhateya ereb a Şengalê Xideyîr Saleh jî diyar kir, ew ji bo bihevre jiyan bikin, sîstema netewa demokratîk li Şengalê esas digirin û got: “Ji ber sîstema netewa demokratîk me karî piştî êrişên 2014’an vegerin ser warê xwe û bihevre daxwaza mafên xwe bikin. Ji ber vêya em weke gelê Ereb daxwaza azadiya Rêber Ocalan dikin û tecrîda li Îmraliyê şermezar dikin.”

Piştî peyamên pêkhate û rêxistinên Şengalê, meş bi dirûşmên ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi dawî bû.