4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Basraya Iraqê êrîşa bi fûzeyan

Li gorî agahiyên malpera AL Hadas li Basraya Iraqê navendeke milîsên Haşdî Şabî rastî êrîşa bi fûzeyan hat. Her wiha teqîn û pevçûn jî li derdora heman navendê rû dan. Hikûmeta Iraqê li parêzgeha Zîqarê jî piştî tevliheviya li derdora navenda parêzgehê qedexeya derketina derve îlan kir.

Li parzgeha Zîqarê xwepêşandêran agir berda beşa agahdariyê ya avahiya parêzeriya Zîqarê. Di heman demê de nivîsgeha hêzên ewlekariya parêzgehê bi daxuyaniyekê hişyarî da xwepêşandêran û ji wan hate xwestin ku nehêlin kesên kiryarên xirab dikin û zirarê didin malên giştî, bikevin nava xwepêşandêran.

Beriya niha serokwezîrê Iraqê Mustafa El Kazimî di hevdîtina bi serokê başûrê Kurdistanê re dabû xuyakirin ku divê hêzên Iraqê hişyar bin û Iraqê nekin cihê tesfiyekirina hesabên welatên herêmê.

Her wiha serokê Iraqê Berhem Salih da xuyakirin ku Iraqê di rewşeke awarte de derbas dibe û bi talukeyên mezin re rû bi rû ye, lewre jî pêwistî bi hevgirtina hemû hêzên iraqî heye.