6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê CPT ji bo rakirina tecrîdê gav biavêje

Buroya Hiqûqê ya Asrinê der barê serdana Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) a li Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê diyar kiriye ku di 20-29’ê îlona 2022’an de hatiye Tirkiyeyê û çûye serdana Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê.”

Buroya Hiqûqê ya Asrinê, diyar kir ku gelek caran der barê muwekîlên xwe yê Îmraliyê serlêdan ji CPT’ê re kirine û wiha hat gotin: “Me berê jî gelek caran diyar kiribû ku em ji 25’ê adara 2021’an û heta niha nikarin tu agahiyan ji muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim bistînin û ji ber tendirustî û jiyana wan jî em bi fikar in. Di vê qadê de yek ji saziya mûxatab a li Ewropayê CPT ye. Piştî gelek serlêdanên me, bang û hewldanên neteweyî û navneteweyî yên derdorên hiqûqî, bi derengî be jî CPT’ê gavek avêtiye û li gorî me ev gaveke erênî ye.

18 meh in agahiyê nastînin

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “CPT’ê herî dawîn di gulana 2019’an de serdanek kiribû û rapora vê serdana xwe piştî 15 mehan weşandibû û diyar kiribû ku bi taybetî divê di warê têkilîdaniya derve re gavên cidî werin avêtin. Piştî serdana CPT’ê qaşo divê li gorî pêşniyazên di raporên serdanê de rewş bihata başkirin lê israra polîtîkaya tecrîdê ya li ser muwekîlên me yên li Girava Îmraliyê domiyaye û tecrîd kûrtir bûye. Em serdana CPT’ê wekî hewldaneke erênî dibînin û bi taybetî dixwazin balê bikişînin ser vî tiştî ku 18 meh in em nikarin tu agahiyan bistînin û ev tişt rastiya nestandina agahiyan naguherîne. Daxwazên me yên sereke ew in ku divê qedexeya hevdîtinên bi malbat û parêzeran were rakirin, bêyî sînordarî û astengdarî hebe em bikaribin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin û divê hurmetî nîşanî vê mafê me yê hevdîtinê were dayîn. Ligel ku rewşa dijwar li holê ye, CPT divê bi lezgînî daxuyaniyekê bide raya giştî û divê tevdîr û prosedurên ji bo rakirina şertên êşkenceyê têxe meriyetê.”