7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bazarcixê Kon tune ne, gel tî û birçî ye

Parlamenterê CHP’ê Atîla Sertel got ku li Bazarcixê rewşeke nebaş heye û ev tişt anî ziman: “Kon tune ne, gel li ber sermayê tî û birçî ye.”

Di 6’ê sibatê de li Bazarcix a Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6 du erdhejên mezin çêbûn û bandoreke giran li ser 10 bajarên din kir. Heta niha zêdetirî 12 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehhezaran kes jî di bin xerabeyan de ne. Navenda erdhejê Bazarcix e û Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Atîla Sertel çûbû wê derê. Sertel, têkildarî çavdêriyên xwe û OHAL’ê axivî.

‘Ya hilweşiyaye desthilata siyasî ye ’

Sertel, da zanîn ku OHAL bi mebesta qutkirina dengê gel û nixûmandina rûxîna heyî hatiye ragihandin û wiha got: “Sedema wê çi dibe bila bibe em ê biryara OHAL’ê nas nekin. Di erdhejê de avahî hilweşiyan, bajar rûxiyan, welatî têk çûn lê di esasê xwe de ya hilweşiyayî îktîdara siyasî ye. Li gel ku Tirkiye herêma erdhejane û gelek hişyarî hatin kirin jî tu amadekarî nehatine kirin. Piştî ku bîlanço giran bûy, îktîdar şaşwaz bû. Di carekê de bi hezaran avahî hilweşiyan û şaşwaz bûn. Ev sê roj in makîneyên kar jî bi zor û zehmet gihiştin qadê. Ji binê gelek xerabeyan deng dihat, mirov sax bûn lê nehatin rizgarkirin. Vê îktîdarê, mafê jiyanê yê mirovan xesp kir. Sedema wê jî bêkoordînetiya wan bû.”

Pergal xerabe ye

Bi domdarî Sertel anî ziman ku li welatên erdhejê divê yekîne û tîmên rizgarkirinê, stoka xurekan û planên erdhejê hebin û wiha bi dawî kir: “Beriya erdhejê, Suleyman Soylu tetbîqeta erdhejê kir û ji ewil serê xwe parast. Lê serekî ku civakê biparêze bi van re nîne. Ji gelek deverên Tirkiyeyê gelek kesan xwestin biçin herêmên erdhejê lê nekarîn wan jî bişînin. Bi rastî jî di nava bêçaretiyeke mezin de ne. Komên ji DYA, Rûsya û hwd. hatin niha li Mereşê hatine sekinandin. Çima? Ji ber ku nizanin dê bi ku de bişînin. Jê re dibêjin; ‘heke hûn biçin jî dê nekarin tiştekî bikin.’ Pergaleke ewqas xerabe heye.

Li deverên em lê geriyayîn hêjta kon nînin, mirov di bin wê sermayê de tî û birçî ne. Gel di nava bêçaretiyê de disekine. Dê bi OHAL’ê nekarin pirsgirêkên heyî çareser bikin. Erdogan li pêşberî kamerayan gefan dixwe. Baş e lê kî ev destûrname daye van kesan? Şaredariyên AKP’î da ne. Serokkomar dibêje ‘em ê hesabê bipirsin.’ Heke hesabê bipirse, ji ewil bila ji muteahhît û şaredariyên xwe bipirse.”