3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DÎB: Qesr bi rêya OHAL’ê dixwaze pêşî li ber bertekan bigire

Yekitiya ji bo Demokrasiyê (DÎB) bi daxuyaniyekê diyar kir ku AKP hewl dide bi rêya OHAL’ê ya ku li 10 bajarên ku ji erdhejê bi bandor bûne , rê li ber bertekên gel bigire

Yekitiya ji bo Demokrasiyê (DÎB) têkildarî Rewşa Awarte (OHAL) ku ji hêla Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ve ji bo 10 bajaran ragihandibû daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî bi sernavê “Kî OHAL’ê nas dike, hewcehiya gel bi piştgirî û piştevaniyê heye” hate weşandin û hat gotin ku ragihandina OHAL’ê nîşaneya têkçûna sazî û rêvebirina dewletê ye.

DÎB’ê di daxuyaniyê de wiha got: “OHAL, li herêmên erdhejê ne ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên gel lê ji bo pêşîlêgirtina piştevaniya gel hatiye ragihandin. Fatûreya mirina bi hezaran kesan û hilweşîna heyî dixwazin têxin stûyê muxalefetê. Bi OHAL’ê re dixwazin pêşî li ber xebatên alîkarî û piştevaniya gel û muxalefetê ya bi mexdûrên erdhejê re bigirin. Rojnameger girtin, vekirina lêpirsînan, qedexekirina ketina bajaran û hwd. bû karê wan. Bedela têkçûna hemû saziyên sivîl, bi hezaran mirovên di bin xerabeyan de bi canê xwe didin. Polîtîkaya rant û talanê ya 20 salan, bacên erdhejê yên hatine xwarin û hwd. nîşan didin bê ka berpirsyariya vê hilweşînê kî ne. Qesr, niha bi vê tirsê hewl dide bi rêya OHAL’ê rê li ber bertekên gel bigire. Dixwazin muxalefetê bêdeng bikin û bi darê zorê rê li ber bertekan bigirin. Banga me ya ji bo hemû muxalefet û hêzên demokrasiyê ew e ku li dijî van hewldanên îktîdarê, bi tu awayî van astengkirinên ne rewa nas nekin.”